Mam Celal bi hemû şîyana xwe piştîvanîya nerînên herêmê dike

Nêçîrvan Barzanî serok wezîrê hukûmeta herêma Kurdistanê di hevpeyvînekê de li gel Heftenameya Hawlatî ku di hejmara îro roja çarşembîyê de hatîye belavkirin, weha ragihandiye, ku ´´ Dest ji kar berdana Mam Celal amade ye û radestî serokê herêma Kurdistanê hatîye kirin da ku li her cihekî pûywîst bû wek karteke fişarê bi kar bihîne.´´
Nêçîrvan Barzanî hokarê evê pêngava Talebanî vedigre bo nîşanda helwsêta wî bi xwe û Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê bo yekdengîya Kurd li hember arîşeyên Hewlêrê li gel Bexdadê.
Barzanî di bareya nerîna YNK û PDK de li hember arîşeyên Bexdadê ragihand, ku ´´ em girîngîyê nadin bi çend dengan, ewa ku ji me re girîng e Mam Celal bi hemû şîyana xwe piştîvanîya nerînên herêmê dike li hember Bexdayê.´´
Serok wezîrê herêma Kurdistanê tekezî jî kir, ku hêzên Kurdî bi alîyên opozisiyonê ve di evan arîşeyan yekdeng û yekhelwsêtin.
Nêçîrvan barzanî di bareya pirsa çaksazîyan jî de, li ser evê bawerîyê ye ku çaksazî bi komîte û biryara fermî nahê kirin, belku pêywîstî bi komele dezgehek heye ku li dûvçûnan li ser kêmasîyan û gendelîyê bike.
Barzanî hevdem nebûna kontrola corî (kowalîtî kontrol) bi hokarê kêmasîyan dizane û dibêje:´´ piştî çareserkirina evê hokarê, arîşeyên din jî hêsan dihên kontrolkirin.´´ Herwisa tekezî jî kiriye, ku ew amade nîne hîç şaşî û kêmasîyeke hîç wezîr yan jî berpirsekê qebûl bike û heger her core kêmasîyek û kêmxemîyek hebe, dê lêpirsînê li gel bike.