Polîtîk

Dor gihat Demirel jî

Di parlementoya Tirkiye de komisyonek ya ku lêkolînê li ser înqilabên leşkerî çebûyin dike hatiye damezirandin. Ji  bo ku ev komisyon baş sedem û pêvajoya ku înqilabên(darbe)ku li Tirkiye çêbûyin baş tê bigihe biryarek balkêş da.

Komisyonê biryar daye ku di vê derbarê de bangê serokkomarê berê Silêman Demirel bike û agahdariyan jê bixwaze. Demirel yek ji wan kesane ku di dîroka siyasî ya Tirkiyê de hemû înqilabên leşkerî dîtine û piraniya wan jî dema ku ew serokwezîr bû pêkhatine.

Demirel yekemîn siyasetmedare ku, înkilaba sala 1960, muxtiraya 1971, înqilaba 1980 – pêvajoya 28-ê Sibatê jiyîya ye. Herweha  ji bilî Silêman Demirel komisyon bangê serokwezîrên berê Tansu Çîller, serokwezîrê berê Mesud Yilmaz û berpirsên siyasî û leşkerî yên wek Deniz Baykal, Rahşan Ecevit Kenan Evren û Şahinkaya jî guhdarî bike.

Armanc ewe ku di derbarê pêvajoyên cuda yên ku înkilabên leşkerî çêbûne yan jî dema ku leşkeran siyaset bi temamî kirine di bin bandore xwe de bête zanîn.

Komisyon dixwaze agahdariyan ji van kesan bixwaze, lê bi awayekî din jî ev navên hanê hemû di dadgehan de wek tawanbar jî di vî warî de têne darizandin. Ji bo ku Silêman Demirel serokkomarî kiriye darizandina wî li gora desture  geleki zehmete. Wek din ew navên din piranä ji bo pêvajoyên tarî li Tirkiye tawanbarin û dive bi awayekî hesabek ji wan bête pirsîn.

Ev gav dibe sedemek ku Tirkiye hêdî berbi kemkirina wesayeta leşkeräî ve diçe û hêdî zemînê desthilatdariya sivîl xort dibe. Muhaseba  dema cumhuriyeta Kamalist tenê dikare ji derê dîktatoriya leşkerî û brukrasiya qemvî, bibe gavek ku tovê demokrasiyê bavêje û ev yek li Tirkiye çareseriya hemû pirsgirêkan bi metodên demokratîk û rêya diyaloge bike.

Back to top button