Polîtîk

Fermandarê komkujiya Roboskiyê diyar bû

Di 28ê kanûna 2011 an de, li ser sînorê Iraq û Tirkiyê, 34 gûndiyên Roboskiyê, bi balafirên şer yên Tirkiyê hatibûn bombekirin. Ev 5 mehin ku nehat eşkere kirin ka kê ew fermana daye. Kengî ku bûyer kete rojeva navneteweyî, pişthev rayedarên Tirkiyê hin navnîşan nîşan dan. Ji wan yek jî Wezîrê Karênavxweyî Îdris Naim Şahîn bû ku duh, beşdarî bernameyeke televizyonê bibû û gotibû, yên ferman dan, rayedarên hêzên hewayî yên dîmenên herona (wesaîtên bêmirov) dîtine ne. Îro, ji aliyên rojnamegeran ve hat eşkere kirin ku ev fermandarê biryara “lêxin” daye general Ali Riza Kugu bûye.

Kugu, serokê daîra analîz a 2. a serfermandariya Tirkiyê ye. Parlementerê AKPê Şamîl Tayyar di quncikê rojnameya Starê de nivisandibû ku, “şîfre ev paşaye.” Dîsa nivîskarê rojnameya Tarafê Emre Uslu jî di nivîsa xwe de navê wî fermandarî eşkere kiribû.

Gelo, yê bû sedema kuştina 34 xortan, ev generalê bi navê Ali Riza Kugu ye?

Back to top button