Her dema ku li Tirkiye behsa aşitiyê çêdibe û hevîyek ji bo destpêkirina prosesek erênî peyda dibe, di cih de bersiva vê erêniyê tê dayîn. Bûyera dawî li Çolemergê çêbûyî bersiva vê pêydakirina hêviyên aşitiyê bû. Piştî daxuyaniya Leyla Zana gelek vekirî kifş bû ku dê bersiva wan gotinan bête dayîn.
Ne tenê Leyla Zana hevpeyvîna Murat Karayilan li gek rojnemevanê Tirk Avnî Gurel pêkanî de cardin behsa sekinadina şer heta danîna çekan û avakirina prosesek aşitiyê tê kirin. Kî çi bêje bila bêje bûyera dawî bi awayekî bersiva daxuyaniyên Karayilan bi xwe ye jî.
Dema bûyera Farqînê bûyî cardin pêvajoyek erênî têk çû û qonaxek tund destpê kir. Ji wê rojê heta niha serokê PKK-ê Ocalan bê deng e. Ev dibe pirsek ku çima Ocalan bê deng bû. Di rastiya xwe de ya Ocalan vê care bê deng kirîn ne hukumet bû. Ji ber ku Ocalan her demî kariyê parêzerên xwe bibîne peyamên xwe bigihîne Qendîlê. Lê vê care Ocalan ji aliyê nawendek di nava PKK-ê de hate bê deng kirin.
Murat Karayilan vekirî bûyera Farqînê wek provakasyonek nirxand. Lê eger Karayilan bûyera Oremarê jî wek pravakasyon nenirxînê, dê ev yek bibe sedema bedengiya wî bi xwe jî. Ji berî çend rojekî bûyera ku destpêka porsesek erênî ji hole rake wek pravakasyon bête nirxandin, ma bûyera Dawî çîye?
Berpirsên PKK yên leşkerî di vê prosesêde derketine pêş û peyamanên dijwar diden. Peyamên şer didin. Bahoz Erdal dibêje heta hukumeta AKP-ê ji hole ranebê wê çelakiyên me berdewam be. Berpirsek din yê çekdarên PKK-ê Nuredîn Sofî dibeje ku eme şer berdewam bikin.
Berdewambûna şer berdewambûna xurtkirina destê hêzên tarî di nav tevgera kurd de ye. Şer zererê pêve tiştekî nadê miletê kurd û aşitiyê.
Niha dema kû ev bûyer pêkhat mirov dixwaze dengê serokê BDP-ê û serokê KCD bi hêztir bibîhîse. Mirov dixwaze helwesta wan bizanibe. Gelo ew helwesta dijê daxuyaniya Leyla Zana tê wateya ku pişgiriya çelakiyên çekdarî?
Niha di nava PKK-ê de gelek eşkere şerê nawendên şer û aşitiyê destpêkiriye. Nawendên şer her demî dikevin di bin xizmeta hinek welatan û dezgehên tarî de.
Çikas diçe pirsa kurd û pirsa PKK-ê ji hev cuda dibe. Niha şansek ji bo aşitiyê heye kurd di vî warî de daxwaziyê ji PKK-ê dikin ku şer bisekinîne. Ji xwe helwesta kurda li himber dewletê kifşe. Kurd hêviya ji dewletê nakin li himber dewletê bi rêyên demokratîk ditekoşin û ji bo destxistina mafên xwe yên rewa xebatê dikin.
Jib o destxistina mafên kurda rêya diyalogê û karanîna metoden demokratik pê vet u rê tuneye. Kemasî di vê pêvajoyê de ev e.
21.06.2012
Dara Bilek