Celal Talebanî dixwaze Malîkî xelas bike û xwe rexnekirin…
Iraq, dewletek federal e. Rejîma Iraqê jî, rejîmek demokratîk, parlamenterî û pirrpartiyê. Gorî makezagona Iraqê divê çend herêmên federe ava bibin. Lê heta nûha li herêmên ereban avabûna federe pêk nehat.
Bes li Iraqê herêmek federe heye, ew herêma jî Herêma Federe ya Kurdistanê ye. Loma jî Iraq ji dewletek federal zêdetir dişibe dewletek konfederal.
Bi taybetî dema ku li pêvajoya avabûna Herêma Federe ya Kurdistanê, dezgehên wê bên şirovekirin gelek aşkere derdikeve holê ku Iraq dewletek konfederal e. Çimki di avabûna dewleta federal û rejîma demokratîk li Iraqê de, têkoşîna gelê kurd wek referansa yekemîn û hêza serekê ye.
Li Iraqê gor makezagonê du meclîs hene. Meclîsa yekemîn, Meclîsa Giştî ya Federal e. Meclîsa duyemîn, Meclîsa Herêma Federe ya Kurdistanê ye.
Ji bona van herdu meclîsan du hilbijartinên giştî çê dibin.
Hilbijartinek, ji bona Meclîsa Giştî ya Federal pêk tê. Di vê hilbijartinê de hemû partiyên li Iraqê, çi kurd û çi ereb, çi jî partiyên kêmneteweyan beşdarî hilbijartinê dibin. Partî an bi xweser beşdarî hilbijartinê dibin, an jî bi hev re tîfaq û koalîsyon pêk tînin, beşdarı hilbijartinê dibin.
Hilbijartina duyemîn jî ji bona Meclîsa Herêma Federe ya Kurdistanê pêk tê. Li Kurdisatanê hemû partî bi azadî beşdarî hilbijartinan dibin.
Loma jî li Iraqê du hikûmet jî hene. Hikûmetek, Hikûmeta Federal ya Iraqê ye. Hikûmeta duyemîn jî Hikûmeta Federe ya Kurdistanê ye.
Dîsa gor makezagona Iraq a Federal du serokdewlet hene. Serokdewletek, serokderwleta Iraq a Federal e. Serokdewletek jî, serokdewletê Kurdistanê ye. Nûha herdu serok jî kurd in. Serokdewleta Iraqê Celal Talebanî ye. Serokdewleta Kurdistanê Mesûd Barzanî ye.
Hikûmeta Federal, bi dengên parlamenterên partiyên siyasî; bi dengên parlamenterên kurd, ereb, kêmneteweyan pêk tê.
Wek tê zanîn li Iraqê piştî hilbijartina giştî, çend mehan hikûmeta federal ava nebû. Ji bona ku hikûmet ava bibe, dewletên cîran û Emerîkayê gelek hewil dan. Di encamê de Malîkî wek serok wezîr hat tespît kirin û hikûmet ava kir. Lê dema ku Malîkî bû serokwezîr, partiya wî li Iraqê piraniya dengan qezenç nekiri bû, wî kêmanî temsîl dikir.
Piştî hikûmeta Malîkî ava bû, Malîkî helwesta xwe ya otorîter ya li dijî makezagonê derxist holê. Ew helwesta wî ya otorîter, piştî demekê ji bona otoriterizma rejîme bû bingeh. Malîkî gelek postên girîng di ûhdeya/şaxsiyeta xwe de civand. Desthilatdariya xwe ya otorîter xûrt kir.
Ev helwesta Malîkî û otorîterîzebûna rejîmê hîç şik tune ye ku ji bona sîstema federal û demokratîk gelek xeter bû. Lewra jiyana dewlet û sîstema federal girêdayî demokrasiyê ye. Dema ku demokrasî nebe û ji holê rabe, dawiya sîstem û dewleta federal tê.
*****
Dethilatdariya Kurdistanê bi giştî û bi taybetî jî serokdewleta federê Mesûd Barzanî ew xeteriya ji destpêkê de tespît kir. Bala Meclîs û Hikûmeta Federal û serokdewleta Iraqê Celal Talebanî û partiyên ereban kişand. Hezar mixabin demek dirêj, wan dezgehan û serokkomar xwe nelivand. Wek xeteriyek tune ye, tevgeriyan.
Ev bû sedem ku di navbeyna Hikûmet û desthilatdariya Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Malîkî de nekokiyek mezin û dijwar derkeve holê.
Malîkî, li Kurdistanê gelek hewildanê ne demokratîk û mîlîter nîşan da. Li gelek herêman prowakasyon çê kir û di ew herêmên kurd yên ku bi Herêma Federe ya Kurdistanê re negirêdan de siyaseta erebkirinê domand.
Di dawî de jî bi helwestek otorîter û metîngehkarî li Kerkukê û li Mısûlê civînên hikûmetê lidarxist. Wezîrên kurd beşdarî civîna hikûmetê nebûn.
Di van demên dawî de partî û erebên sinî bi tevayî, beşek partî û erebên şiî jî ew xeteriya serokwezîr Malîkî tespît kirin. Ji bona ku Malîkî xwe biguherîne hewil dan.
Ji bona vê, wan û kurdan bi hev re li Hewlêrê civîn pêk anîn û peymanek çê kirin. Ji Malîkî re pêşkêş kirin ku xwe biguherine.
Dema ku dîtin Malîkî xwe nagûherîne, wê demê wan û kurdan bi hev re biryar dan ku Malîkî ji serokwezîriya dûr bixin.
Ji bona dûrxistina Malîkî ji posta serokwezîrî kurd demek dirêj in ku amade ne. Loma helwesta kurdan û muxalîfên Malîkî bûn yek.
Serokdewletê Iraqê Celal Talebanî jî di encam da ew xeteriya tespît kir. Wî jî got ku “li Iraqê rewşek gelek xeter heye, ew xeteriya ji holê ranebe, Dewleta Federal ya Iraqê li ser piya nasekine.” Loma jî got ku “ez dê bi xurtî hewil bidim ku Malîkî bê guhertin.” Encama ev helwesta xwe jî, îstifaya xwe ya serokkomarî wek helwestek siyasî û piştgiriyê, pêşkêşî Serokdeweleta Federe Mesûd Barzanî kir.
*****
Iraq xwediyê rejîmek demokratîk e. Hikûmet bi çi awayî û ûsulê ava dibe, bi wî awayı jî ji desthilatdarî tê dûr xistin. Loma divê ku parlamenterên ji bona serokwezîrî dengdane Malîkî, dengên û baweriya xwe paşve bikşînin.
Ji bona vê yekê kurdan û erebên mûxalîf dest bi deng civandinê kirin. Gorî ku ji reya giştî ya dinyayê hat diyar kirin. Piraniya parlamenteran dxwaz dikirin ku Malîkî dest ji serokwezîriyê berde. Ji bona vekişandina baweriyê ji serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî 171 deng hatin tespît kirin.
Hezar mixabin helwesta Celal Talebanî bû sedem ku dawiya serokwezîr Malîkî naye. Hezar mixabin “Talebanî projeyê wergirtina baweriyê ji Malikî têkda.”
“Ofîsa serokatiya komara Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku, serokomar Celal Talebanî îmzayên ji bo vekişandina baweriyê ji serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî hatibûn komkirin, bo serokatiya herêma Kurdistanê vegerandin.
Ofîsa serokatiya Komara Iraqê di daxuyaniya xwe de dibêje ku, ji bo wergirtina baweriyê ji serokwezîrê Îraqê lîsteya 160 îmzayên parlamenterên Lîsteya Îraqiye, Hevpeymaniya Kurdistan, Baska Sedir, çend parlamenterên serbixwe û paşî jî çend parlamenterên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanî navê xwe li ser lîsteyê zêdekirin û dane dest serokomarê Îraqê daku ew jî ji aliyên xwe ve lîsteya îmzayên parlamenteran bo parlamnetoya Îraqê binêre û daxwza wergirtina baweriyê ji serokwezîrê Îraqê bike:
* Komîteya taybet, ji bo zanîna drustiya îmzayên 160 parlamenterên Lîsteya Iraqiye, Hevpeymaniya Kurdistanê û Baska Sedir ku piştre lîsteke çend parlamenterên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî tevlî wan bûn, li ser biryara serokomar hat avakirin. Lê pişt re 11 parlamenterên ku berê îmza kiribûn ji ofîsa Serokomarê re gotin ku wan îmzayên xwe vekişandine û her wiha 2 parlamenter jî îmzayên xwe rawestandin.
“Ofîsa serokomar dibêje ku, ji ber ku rîjeya (nisbeya) qanûnî a îmzayan nehatibû komkirin, serokomar Talebanî ew îmza ji bo parlamentoya Îraqê bilinnekirin û ew lîste ji bo sewrokatiya herêma Kurdistanê paşde vegerand.”
*****
Li ser vê helwesya serokomarê Îraqê Celal Talebanî, di daxuyaniyekê de serokwezîr Malikî sipasiyaên xwe pêşkeşî Talebanî kirin,
Lê li ser vê helwesta Talebanî, aliyên li dijî Malikî ne, li Hewlêrê civiyan û helwesta xwe diyar kirin. Biryar dan ku ji bona ku Malîkî ji serokwezîriyê dûr bikeve, dengên parlamenteran bicivînin.
*****
Endamê rêvebiriya PDKê Piştîvan Sadiq, di derbarê helwesta serokomarê Iraqê Celal (serokê YNK) de ji AKnewsê re got, “ez bawer dikim serokomar dixaze di vê rewşa niha ya Iraqê de xwe bêalî nîşan bide, lê tê zanîn sedema vê aloziyê û binpêkirina destûrê jî serokwezîr e û serokomar jî parêzerê destûrê ye.
“Sadiq, diyar kir, lîste û aliyên siyasî yên Iraqê ji wê yekê nîgeran in ku serokwezîr destûrê cî bi cî nake û hemû aliyên Iraqî jî gihîştine vê baweriyê ku Iraq bi vê şêwaza niha nayê rêvebirin û wiha axivî, “Lê em dixanin ku nameya stendina baweriyê ji serokwezîr dê ji aliyê serokomar ve bê îmzekirin.”
“Sadiq, li bara karîgeriya vê yekê li ser rêkeftina navbera PDK û YNK de jî got, PDK û YNK du partiyên serekî yên Kurdistanê ne ku di warên siyasî, neteweyî, civakî û pirsên girîng de bi awayekî stratejîk rê ketine û tu guman li ser vê tune.”
Endamê rêvebiriya YNK Seidî Pîre jî, ji AKnewsê diyar kir ku, “redkirina stendina baweriyê ji Malikî ji aliyê serokomar ve tu eleqeya wê bi rêkeftina stratejî ya PDK û YNK ve tune.
Pîre, diyar kir, stendina baweriyê ji Malikî girêdayî rêjeya pêwîst ya îmzeya parlamenteran e û heke ev yek pêk bê dê bawerî ji Malikî bê stendin, ji ber vê jî stendina baweriyê girêdayî rêkeftina PDK û YNK yan Barzanî û Talebanî ve tune.”
*****
Aşkere bû ku Celal Talebanî di bin bandora Îranê de naxwaze ku Malîkî biçe. Ev yeka zerarek dide sîstema federal û demokratîk.
Di heman dem zerarek mezin dide kurdan. Her çiqas tê gotin ku helwesta Celal Talebanî, pêwendî û tîfaqa PDKê û YNKê xera nake jî, ew ne rast e.
Min di nivîsa xwe ya berê de diyar kiribû ku Celal Talebanî rêya rast dît. Hezar mixabin ez/em hatin xapandin. Loma ez di derbarê helwesta xwe ya berê de xwe rexne dikim û ji xwendevanan lêborîn dixwazim.
Amed, 13. 06. 2012
Îbrahîm GUÇLU
([email protected])