Hevpeyvîn

Her kes dibêje aşitî PKK dibêje şer

Fermandarê giştî yê Hêzên Parastina Gel (HPG), baskê leşkeriyê PKKê, di hevpeyvîneke xwe de digel kanala televizyona NRT ku, ji başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, di blje ku, şer dijî leşkerê Tirkiyeyê dê berdewam be.

Nuredîn Sofî fermandarê giştiyê HPG di hevpeyvînke taybet de digel NRT de behsa agirbestên PKKê yên yekalî dike û dibêje:

Me gelek caran yekalî agirbest digel arteşa Tirkiyeyê ragehandiye, lê belê hikûmeta Tirkiyeyê ew yek weke xala lawaz a PKKê nîşandaye.

Nuredîn Sofî ku, yekem care hevpeyvînê digel televizyoneke herêma Kurdistanê dike, behsa îzolekirina Ebdula Ocelan serokê PKKê dike û dibêje:

Ev 10 mehe Ebdula Ocelan rêberê PKKê îzolekiriye û operasyonên arteşa tirkî bo ser gerîlan berdewam in. Em jî dê şerê li dijî arteşa tirkî berdewam kin.

Back to top button