Serokê Kurdistanê budceyeke şefaf dixwaze

Weke tê zanîn eve nîzîkî du heftiyane li parlamentoya Kurdistanê minaqeşe li ser budceya herêma Kurdistanê a sala 2012ê tê kirin û aliyên desthilatdar û opozisyên nekarîne li hev bikin.texîrbûna pesindkirina budceyê ziyanê digihîne aborî û prosesa vdankirina herêma Kurdistanê.
Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî nameyek ji serokê parlamentoya Kurdistanê re şand û daxwaz jê dike ku lezî li pesindkirina budceyê bikin:
Nameya serokê Kurdistanê bo serokê parlamentoyê li jêr bixwîne:
– Li ser meseleya budceyê, min nameyek ji serokê parlamentoya Kurdistanê re şandiye. Di nameya xwe de, min daxwaz ji serokatiya parlamentoya Kurdistanê kiriye ku, digel hemû aliyan bi hûrgilî li ser budceyê gotûbêjê bikin û hewil bidin ku bi zûtirên dem kelem û kêmasiyan nehêl in û budceyeke şefaf û timam amade bikin.
Eger hindek hewildan hebin jî ku tenê armanca wan ragirtina budceyê, ne şaresrîya kêmasiyan be, ew yek dê ziyanê bigihîne berjewendiyên hemû aliyan û nabe rê ji wê yekê re bê dayîn. Ez hêvî dikim hemû alî bi hev re li hev bikin û êdî xelik li bendê nemîne.