Bi rêya firokexaneyên Kurdistanê çek bo Suryê naçe.

Serokatiya hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniya xwe dibêje kum gotinên parlamenterê ser bi lîsteya Dewlwta Qanûnê a bi serokatiya Murî Malikî daxuyaniyên bê bingeh in û tenê ji bo têkdana rewşa arama herêma Kurdistanê ne.
Ev li jêr daxuyaniya serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê:
Welîd Elhilî endamê parlamentoya Îraqê yê ser bi lêsteya Dewleta Qnûnê (lîsteya serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî) daxuyaniyeke bê bingeh a tijî gotinên tal û tîj di hindeke malperan de weşandiye ku, qaşo di rêya firokxaneyên herêma Kurdistanê re hêsankarî ji bo hindek firokeyan tê kirin ku çekî û cebilxaneyê bo şoreşgerên Suriyeyê neqil bikin.
Berî hemû kesan lîsteya Dewleta Qanûnê û hikûmeta federal a Îraqê gelek baş dizain ku tevaya firokexaneyên Îraqê, bi herêma Kurdistanê jî ve, di bin çavdêriya Konseya Firokevaniya Şaristanî a Îraqê de ne û wan, li ser tevaya seferên herêmê û ew hevwelatî û alavên di rêya firokexaneyên herêma Kurdistanê re tên guhastin zaniyariyên hûr hene.
Bê guman van daxuyaniyên neyarên gelê me tu qîmet nîne, çunkî bi tenê ji bo armancên siyasî û bêqîmetkirina tecrûbeya serkeftiya herêma Kurdistanê, şêlûkirina aramî û îstîqrara herêmê û ragirtina pêşkeftinên berdewamên civaka Kurdistanê ne.
Ji ber vê yekê, em, weke hikûmeta herêma Kurdistanê, van daxuyaniyên bê esas yên parlamenterê lîsteya Dewleta Qanûnî bi dijwarî şermezar dikin û em radigihînin ku, bi tu awayî firokexaneyên herêma Kurdistanê ji bo wê armncaê nehatine bikaranîn, di heman demê de, em pabendbûba hemû firokexaneyên herêma Kurdistanê bi qanûn û tewsiyeyên taybet yên Konseya Firokevaniya Şaristanî a Îraqê dupat dikin.