Serok Barzanî beşdarî TRT6ê a bi Soranî bû
Mesut Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê îro beşdarî bernameya TRT6ê a ku bi Soranî destpê dike, bernameya nûçeyan a bi navê “dengubas”ê bû. Îro, TRT6ê li gel zaravayên Kurdi; Kurmancî û Zazakî, dest bi weşana zaravayê Soranî ku, zimanê fermî a Kurdistana Federeye kir.
Bi vê minasebetê, Serok Barzanî saet di 16.00 an de, li Hewlêrê wek zindî hate ser ekranê TRT6ê. Li Tirkiyê jî, Cîgirê Serokwezîr û ji TRTê berpirsyar Bulent Arinç beşdarî bernameya bi Soranî bû. Mesut Barzanî, li ser pirsên pêşkeşvan, anî ziman ku, li Tirkiyê pirsgirêka Kurd ancax bi diyalogê wê karibe çareser bibe. diyar kir ku ew, gavên Serokwezîr girîng dibîne û piştgiriyê dide hewldanê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu.
Tê zanîn, zaravayê Kurdî yek jî Soranî ye. Soranî, li Kurdistanê li Urmiya ku di nav xaka dewleta Îranê de maye û li Herêma Kuridstana Federe tê axaftin. TRT6ê, di destpêka weşana bi Kurdî de heta roja îro, bi giranî Kurmancî û hinekî jî bi Zazakî weşan dikirin. Îro pê de TRT6, wê her roj, bi formata bernameya nûçeyan, 45 deqa bi Soranî dike weşanê bike.