Mubarek di mêjî de êdî miriye

Serokdewletê Misrê yê ku sala çûnê bi şoreşa Misrê hatibû wergerandin Husnu Mubarek, tê gotin ku, ji aliyê mêjî de êdî mirina wî pêk hatiye. Ajansa nûçeyan a fermî a Misrê, di nûçeya xwe a dawîn de, diyar kiriye ku, bi klînîkî mirina Mubarek pêk hatiye.
Husnu Mubarekê 84 salî, duh rewşa wî giran bibû. Mubarek li nexweşxana girtîgehê a Torahê di bin dermankirinê de bû. Li ser giranbûna tenduristiya wî, rakirine nexweşxana ku li başûrê Kahîrê dikeve, Nexweşxana Maadîyê. Li wira hat ragihandin ku, Mubarek felç derbas kiriye û dilê wî yê sekinî, bi mudaxeleya bijîşkan cardin şixuliye û ew bi cihazên bîhn girtinê ve girê dane.
Malbata Husnu Mubarek, xwestibûn ku dermankirina Mubarek li nexweşxaneyeke leşkerî bê kirin, lê rayedarên Misrî ew daxwaza malbata Husnu Mubarek qebûl nekiribûn.
Misrê ez firotim
Husnu Mubarek, hîn ku ew neşandibûne nexweşxanê, gotibû ku, “Misrê ez firotim, mirina min dixwazin.” Hevjîna wî Suzan Mubarek jî, dema rayedarên Misrê daxwaziya wan şûnda vegerand, îfade kiribû ku, “hûn ê bibine berpirsyarê mirina wî.”
Husnu Mubarek, 30 salî, li ser textê Misrê, desthilatdariya xwe dewam kirin da. Sala çûnê, bi hezaran çalakvan, li qada Tehrîrê kom bûn û Mubarek protesto kirin. Bi mehan çalakî dewam kirin. Bi mudaxele û piştgiriya hêzên derveyî Misrê, Mubarek ji desthilatdariyê xistin. Mubarek derxitine pêş dadgehê û ew darizandin. Meha çûnê dadgehê, biryara bi muebbet di girtîgehê de hîştinê dabû Mubarek.