Erdhêja Zanayê

Gava ku min roportaja parlementera Amedê Leyla Zana xwand, ya ewîl hat eqlî min, ew e ku: ‘Ev cihê filitandinê ye’. Hema piştî we yekê, diyara hevserokê BDPê Selehattin Demirtaş li Ajansa Firatê hat weşandin. Demirtaş digot ‘Her kê ji Erdogan bibe hêvîdar ew safbûnî ye, hiş kirina wekî AKPê ye’. Ew gotinan bo tespit kirina rewşê, diyarên zelalin.
Gelek zelale. Tê fehm kirin ku Leyla Zana, li hemberî çareserkirina pirsgirêka Kurd bêdeng mayin û serbest berdana we jî di nav de, ji BDP/PKK/DTK rêyeka cudatir dimeşe.
Helwesta PKKê
PKKê ve rewşê qebûl neke. Ji cem rexistinê, tu qîmeta gotin, tevger û tespîtên objektif ya Zanayê tune ye. Çimkî dewlet û rexistin pêvçûnên herî tund dijîn. Rêxistin bi Ocalan re 27ê Tîrmehê pê de nikare têkeve ragîhandinê. Di vê rewşê de, rêxistin nikare, gotin û fikren Zanayê qebûl bike. Ger gotinên Zanayê yên cuda wisa dewam bike, fikr û tevgerên rêxistinê jî hêdî hêdî dê zelal bibe. Ev hewla tê zanîn: Enqere ji bo pirsgirêka Kurd, ji bilî PKKê odak (nîvendeka) nû, muxatabekê nû digerê. Ji bo ew nîvendê nû; yên ku ji Kemal Burkay dihat hêvîkirin nehatin şûne. Ger Leyla Zana ji nîvendeka nû re, tê amade kirin; gotinên rêxistinê, vê şûnde dê gelek tund bibe.
Lêrastanîneka Krîtîk
Her çi dibe bila bibe, yên tê zanîn wihane: Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Leon Panetta, şîretên çareserkirinê da Enqere yê. Karayilan ji Clintonê re peyam şand û got ‘ji Barzanî çi ferqa me heye’. Her çiqas li ajansan cih negirtibe jî tê gotin ku pêvçûnên fikra yên tund diqewîmin.
Di vê rewşê de pêşvederketina Zanayê ji me re nîşan dike ku, hewlên bêdengiya çekan didomin.
Cevdet Aşkın
Wergêr: Mihemed/(Xeberênkurdî.com)