Polîtîk

Tirkiye Kurdistanê bombebaran dike

Piştî şerê navbera çekdarên PKK û leşkeran li Tixûbê Kurdistana Başûr çêbûyî û leşker û çekdarên PKK jiyana xwe desdayîn, balefirên cengî yên Tirkiye deverên Kurdistana Başûr bi giranî bombebaran kirin.

Piştî hevşûna leşkera û çekdarên PKK-ê, li devera Colemêrgê nêzikî tixûbê Kurdistana Başûr, balefirên cengî yên Turkiye esmanê herêma Kurdistanê jî bezandin û êrişî ser çend deveran kirin. Li gor agahdariyan balefirên Tirkiye bi awayek giran dest bi bombebarana devera Nihêl a ser bi qezaya Amêdî ya parêzgeha Duhokê kirine.
 
Jêderên herêmî ragihandin, ku berî bombebarana deverê ji alîyê firokeyan ve, dever bi topan hate topbarankirin. Li gor hinek  jêderan gundên Zilê, Gizkê û Kanî Ka li deverên Nihêl û Rokan hatine bombebarankirin.

Tö gotin ku piştî bobberanê hêzên taybet yên Tirkiye ketinê nav xaka Kurdistana Başûr û li dûv çekdarên PKK-ê ketine. Herweha li herêma tixûb li aliyê Tirkiye jî cih cih şer çêdibe.

 

 
 
 
 

Back to top button