Civak

Urfatanamo

 

Piştî 13 can ku zindî di girtîgeha Rihayê de şewitîn û can dan, rastiya Girtîgeha Rihayê jî derket holê. Parlementerê Rihayê yê BDPê Îbrahim Ayhan, ku li heman girtîgehê tê girtin, bi rêya şêwirmendê xwe, di derbarê Girtîgeha Rihayê de agahî dan. Ayhan diyar dike ku, ev girtîgeh, versîyoneke wek bargeha Guantanamoyê a Amerîkayê ku, bi êşkenceyên dermirovahiyê tê zanîn, û nav li Girtîgeha Rihayê kir, “Urfatanamo”

Ayhan wiha vedibêje Urfatanamoyê: Ez 20 mehene ku li Urfatanamoyê dimînim. Kapasîta girtîgehê 275 kesî radike lê hezar û 70 kes li vira tê girtin. Li Rihayê germahî 40-45 pileye lê li gellek qoxuşa vantilator jî tine. Di qoxuşên 6 kesî de 18-20-25 kes tên bicihkirin.

Qoxuşa ku şewitî, ji bo 6 kesan e û gorî 6 kesa ranza hene lê 18 girtî di wê qoxuşê de dihat girtin. 12 girtî, li ser erdê, li pêş tuwaleta radiketin. Li her metrekareyekê zêdetir mirovek dikeve. Kevçî û çetelên hesin qedexene, girtî bi kevçi û çetelên plastîn xwarinê dixwin. Li her qoxuşê serşokek û tuwaletek heye, heftê carê ancax karin serê xwe bişon, çimkî rojê 4 saeta av heye.

Parlementerê girtî yê Rihayê Îbrahim Ayhan, li ser rastiyeke girtîgehê a din disekine û tesbîtên xwe wiha tîne ziman: Ji bo girtiyan, qadên ku werine cem hev nehîştine. Ji bo ku kapasîta girtîgehê zêde bikin, ew qadên ku girtî têne ba hev, faaliyetên civakî bikartînin, ku ew maf, mafekî zagonîye, hilweşandine û kirine qoxuş.

Ji ber vê, îdareya girtîgehê, her roj cezayê “ji qadên civakî sûd girtinê men” didine girtiyan. Ev rewşeke trajîkomîk e, çimkî qadên civakî nehîştine ku. Ji bo ku vê rastiyê karibin veşêrin rêyeke wiha dişopînin.     

Parlementer Ayhan hişyariyekê jî dike, “ger mercên girtîgehê neyên sererastkirin, ditirsim ku hîn pirr bûyerên bi vî awayî wê biqewimin.” 

 

Back to top button