Xelkê Roboskiyê daxuyaniya Necdet Ozel rexne kirin
Serfermandarê Giştî ê Tirkiyê Necdet Ozel, duh bi minasebeta serdana partiyekê hin daxuyanî dabûn çapemeniyê. Di nav daxuyaniyan de komkujiya Roboskiyê jî hebû. Necdet Ozel, ji bo komkujiya Roboskiyê wiha gotiye, ” di nav kesên ku li Roboskiyê mirin de gerîlayên PKKê yên çekdar jî hebûn. Dema em gihîştine wira çek kom kiribûn. Ew rastiyana di demeke nêz de wê derkevine holê.”
Li ser vê daxuyaniyê, xelkê Roboskiyê bertekeke tûnd dane Necdet Ozel û ew derewandin. Di komkujiyê de Hîkmet Almayê ku birayê xwe wenda kiribû axifî û got, dema em çûn ku cenazeyan bînin li ser me re heron (wesaîta bêmirov a hewayî) hebûn. Alma got, “bila dîmenîn heronan biweşînin, em ê bibînin kî derewa dike kî rastiya dibêje.”
Li Roboskiyê çi bibû?
28ê Kanuna 2011 an, li ser sînorê Iraq û Tirkiyê, karwaneke ku bazirganiya sînor dikir, ji aliyê balafirên şer yên dewleta Tirkiyê ve hate bombebarandin. Di encama bombebarandinê de, jê 19 kes zarok 34 gundiyên ku çûbûn qaçaxiyê hatin kuştin. Kesên hatin kuştin, pirraniyên wan li heman malbatê bûn. Ji ser komkujiyê re nêzika 6 meha wext derbas bûye lê hîn bûyer nehatiye zelal kirin. Li ser bûyerê gellek niqaş hatin kirin û îdia hatin gotin. Di derbarê komkujiyê de hîn kesek nehatiye darizandin û heta niha li ser navê dewletê kesî lêborîn jî nexwastiye. Dewletê, di destpêkê de bûyer wek “xeletî” bilêvkir û tezmînat ji malbatên ku zarokên xwe wenda kirine re derxistin, lê gundiyên Roboskiyê tezmînat qebûl nekirin û xwestin ku kiryar werine darizandin û heta komkujî neyê zelal kirin jî ew ê tezmînatê negirin.