Polîtîk

Dahatiniyê kesekî ya salekê de 4 hezar dolar e.

 

Wezîrê pilandananê yê hikûmeta herêma Kurdistanê, di civîna doh a parlamentoya Kurdistanê ku, taybet bû bi minaqeşekirina budeceya sala 2012ê a herêma Kurdisyanê, got ku bêkarî li herêma Kurdistanê daketiye û dahatiniyê kesî (ferd) li herêma kurdistanê bilind bûye.

Elî Sindî wezîrê pilandananê di civîna parlamnetoya Kurdistanê de got:

Îsal dê sê hezar û sed û çil û neh proje li her sê wîlayetên herêma Kurdistanê bên cîbicîkirin.

Sindî got ku budceya herêma Kurdistanê a herî zêde ji bo warê perwerdeyê û herî kêm jî ji bo konseya mafê mirovî hatiye berdest kirin, lê di warê berhemanînê de budceya herî zêde ji bo wezareta elektirîkê û a herî kêm jî ji bo serokatiya herêma Kurdistanê hatiye berdest kirin.

Wezîrê pilandananê got ku budceya herêma Kurdistanê a sala 2012ê 4trîlyon û 500 milyar dînarên îraqî ye û got:

Îsal li wîlayeta Hewlêrê 1100, li Silêmaniyê 1300 û li Duhokê jî 749 projeyên xizmetgozarî dê bên cîbicîkirin. Rêjeya bêkariyê li herêma Kurdistanê j %15 daketiye ji %6 ev yek jî tesîra budceyê nîşan dide.

Wezîrê pilandananê yê hikûmeta herêma Kurdistanê di civîna parlamentoya Kurdistanê a taybet bi minaqeşekirina budceya sala 2012ê a herêma Kurdistanê de, herwesa behsa pêşkeftina jiyana xelkê Kurdistanê kir û got:

Jiyna xelkê Kurdistanê bi awayekî ber bi çav pêşkeftiye, sala 2003ê dahatiniyê kesekî li herêma Kurdistanê salê 300 dolar bû, lê belê nuha dahatiniyê kesekî yê salekê li herêma Kurdistanê gihiştiye 4 hezar dolara. 

 

Weke tê zanîn parlamentoya Kurdistanê ji 11ê hezîranê ve dest bi gotûbêjên li ser bûdceya îsal a herêma Kurdistanê  kiriye û heta niha jî berdewam e.

 

Back to top button