Cîhan

Li Suriye 170 kes hatin kuştin

Dezgehê Mafên Mirov li Suriye ragihand ku, dema rejima Suriye agirbest ragihandî heta niha  128 kes ji aliyê rejimê ve hatine kuştin. Ev kesên hatîn kuştin hemû sivîlin.

Malpera Al – Cazîre 128 kes ji liyê hêzên çekdar ên rejimê ve hatine kuştin. Kuştina mezin li bajarê Humsê û Duma navçeya Şamê hatiye kirin.

Li gora gahdariya hatî belav kirin, 33 kes ji bajarê humsê li taxa dêr baelbe  hatine kuştin.29 kes li derdora Şamê û 38 kes jî li bajarê Derea hatine kuştin.
Rêxistina mafê mirovan li Suriye da xuyakirin ku, hêjmara kuştiyan 170 kesin.104 kes ji wan welatiyên sivîlin. 54 leşkerên rejimine û 10 leşker jî ji hêzên azad in.

Li gorî wê rêxistinê, 29 kes li navçeyên derdora Şamê ji wan 24 li Dûma û her wiha 38 li parêzgeha Deraa ji wan 18 li navçeya Inxil hatine kuştin.

Back to top button