Polîtîk

Bila hêviya kurdan ji PKK-ê çibe?

Doh li Diyarbekirê serokê BDP-ê Selahattin Demirtaş li gel rojnemevanan axivî. Demirtaş di derbarê rojevê û çareseriyê dîtinên xwe gotin.

Demirtaş got: Em wek BDP tu cara di hevdîtinên Oslo de amade nebûne. Em agahdarbûn lê ne li wê derê bûn. Tenê 11 kes ji derdora rêxistinê hemiyê ji vê hevdîtinê agahdarbûn. Lê wek BDP em tu cara neketin di nav prosesa hevdîtinan de.

Demirtaş li ser devjê berdana çek û daxuyaniya serokê Kurdistanê ji bo diyalog û aşitiyê dibêje: Ew kesên behsa sekinadina şer û devjêberdana çekan dikin bila çerçova gotinên xwe dagirin. Eger Barzanî dixwaze ji dev çek bête berdan divê xwedî projeyekî be. Nabê hema mirov bêje bila PKK ji dev çek berdê.

Dixweyê Selahatin Demirtaş rola xwe berpirsiyariya xwe tevlî tiştên din dike. Serokê Kurdistanê li hemû deverî ,Li Hewlêr, Enqere û washington gelek vekirî di derbarê pirsgirekên Kurdistanê de û vê yekê ve girêdayê di derbarê çareseriya pirsa kurd li Tirkiye û Kurdistana Bakur dîtinên xwe gelek zelal dibêje.

Dema serokê Kurdistanê serdana xwe ya Enqere de li gel şanda BDP-ê û KCD hevdîtin kirî, ev dîtinên xwe cardin ji Demirtaş bi xwe re vekirî gotine. Gelo hingê Demirtaş çi bersiv daye ev cihê pirsêye.

Eger heta niha Selahattin Demirtaş dîtinên serokê Kurdistanê tênegihabe dixweyê kemasiyek siyasî di têgihandina wî bi xwe de heye.

Li ser pirsekî Demirtaş behsa Aşitiyê dike û dibêje: Bila tucaran kurd hêviya aşitiyê ji PKK-ê nekin û tirk jî heviya aşitiyê ji AKP-ê nekin.
Ev daxuyaniya Demirtaş delilek e çikas ew bi xwe, PKK û partiya ku serokatiya wê dike nêzikî aşitiyêne. Aşitî ji bo gelek siyasetmedaran li Bakur gotinek bê wateye.

Pirsa kurd yan jî pirsa aşitiyê li Tirkiye  ne pirsa PKK – AKP ye. Dema mirov pirsa kurd di vê çerçova teng de asê bike ji xwe kesek  hêviya tiştekî ber bi çereseriyê ve,ji vê zihniyetê nake.

Demirtaş carna dema ku kiset dike wek hişê wî ne li serê wî be. Pirsek jê tê kirin ew behsa tiştek din dike.

 

Nûçe/analîz: Rojevakurd

Back to top button