Meleyên Diyanetê dest bi kar kirin

Hikumeta AKPê, berê biryar girtibû ku, meleyên li medresa perwerdehî dîtine, qadro bide wan û wana bike karmendê dewletê. Ew biryar hate sepandin û nêzika hezar mele, tayina bajarên Kurdan, bajarên Rojhilat û Başûr Rojhilatê Anatolyê hatin kirin. Serokatiya Karên Diyanetê, bi peywira îmamtiyê û perwerdekariya Quranê hezar mele, şande bajarên Kurdan. Serokatiya Karên Diyanetê ragihand ku, ji bo meletiyê, 5 hezar kesî serlêdan kiriye ancax hezar kes hatiye tayin kirin. Pirraniyê meleyan şandine, di serî de bajarên wek
Amed, Riha, Sêrt û Mêrdînê. Mele, dike li wan bajarana him peywira îmamtiyê bicih bînin, him jî şagirtan fêrî Quranê bikin. Diyanetê, mele, di nav meleyên ku ji aliyê gelê herêmê ve têne naskirin û ji medreseyên pê bawer mezun bûne, hilbijartine. Mele, wê bipeyman bi dewletê re bixebitin. Dîsa, hejmareke pirr kêm mele jî, ji bajarên Rojavayê Tirkiyê re hatin tayin kirin.
Mele, peyveke Kurdî ye û bi Tirkî re wek “îmam” tê wergerandin. Mele qasî 6-7 sala, li medreseyan perwerdehiya dersên wek Nahuser, yanê rêzimaniya Erebî, Quran, fiqih, mantiq, munazara û îstîhare dibînin. Kesên 6-7 sala ji wan dersan perwerdehî dît şûnda, “îcazet” tê dayîn, yanê dîplomaya meletiyê didine wan.