Cîhan
Suriye balefirek a Tirka êxist xwar

Îro balefirek cengî ya Tirkiye F-14 li devera Latikiyê li ser behrê kete xwar. Di vê derbarê de li gora daxuyaniya serfermandariya hêzên çekdarên Tirk her du pilot dijîn.
Lê medya Erebî di vê derbarê de agahdariyên cuda didin. Hinek cih dibêjin ku ev balafira ku ji bajarê Malatyayê rabû li ser behra spî ji aliyê Suriye ve hatiye êxistin. Herweha herdu pilot jî ji aliyê hêzên suriye ve hatine destserkirin.
Di vê derbarê de hêja wezereta derve ya Tirkiye yan jî Suriye tu daxuyaniyên fermî nedane. Lê d xweyê ev yek dikare bibe sedemek aloziya di navbera Tirkiye û Suriye de naxweştir bibe û heta bigihê radeyekî di nav her du welatan de şer derke ve.