Polîtîk

Wijdana Tirkan wê pirsgirêka Kurd çareser bike

Rojnamevan Huseyin Gulerceyê ku, bi nêzikayiya Fethullah Gulen tê naskirin û pirr caran bi devê wî gotinan dike, beşdarî televizyona Haberturkê bû û di mijara pirsgirêka Kurd de, gotinên balkêş kirin. Gulerce, balê dikişîne ser rastiyeke ku heta niha nehatiye bilêvkirin û dibêje, “Ez kesekî Edirneyî me. Pirsgirêka Kurd, wijdana Tirkan wê çareser bike. Wijdana me, wijdana ji %70 Tirkiyê temsîl dike. Êşkenceyên li Amedê me jî nerehet dike.” 

Rojnamevanê Zamanê Huseyin Guler, di derbarê operasyoneke li dijî Qendîlê jî ev gotinana dike, “ev pirsgirêka ne pirsgirêkeke ku têkevî Qendîlê û ala Tirkiyê daçikînî û biqedînî. Wek Avni Ozgurel jî îfade kiriye, 5 hezar li wir e, 3 hezar li vir e. Fikareyên vê jî hene. Dewleteke Kurd a ku xwediyê Qendîlê ye. Rêvebiriya Barzanî heye. Pêwiste wana destûrê bidin lê ev jî zor e. Çimkî wê wextê ê têkevine rewşeke ku rê li ber qetilkirina Kurdan vedikin. Operasyoneke mezin a li dijî Qendîlê, wê wek qetliama Kurd xuya bike.”  

Gulerce diyar dike ku wana, ji her çareseriyeke ku Tirkan nerehet nake re qaîl in. Wiha dewam dike, “Kurdî, wek dersa bijarte dike bê kirin.  Ku bi ya min be, ez vê jî xirab nabînim. Çareseriyeke ku dike Tirkan nerehet neke re em razine. Mînak, perwerdehiya bi zimanê Kurdî. Ku tê xwestin, matematikê, fîzikê bi Kurdî fêr bibin, bila bibin, ev min nerehet nake.”

Rojnamevanê Zamanê Gulerce, dîsa di mijareke rojevê de jî hizrên xwe anîne ziman. Di mijara, ji bo Ocalan hepsa malê de jî wiha got, “pekî, ji bo Ocalan, hepsa malê nayê fikrandin? Helbet tê fikrandin. Lê çawa em karin bifikirin? Ku Tirkiyê demokratîk bibe, teror nemîne, şîdet bi dawî bibe, wê demê tansiyone bikeve û derdikeve bila derkeve.” 

Gulerce îfade kir ku, êdî dayikên şehîdan jî çareseriyê dixwazin. Dayik dibêjin, ger ku dayikeke din dike êdî negirî, bila daxwazên wan bidinê.” 

Back to top button