Dosya

Eger pirsgirêk çareser bibe tu asteng li pêşiya welatê me namîne

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Zeynelabidîn Zinar li ser çareseriya Pirsgirêka Kurd pirsî, parlementerê Stenbolê herweha serokê  Komiteya Kurd rêzdar Feyzullah Kıyıklık jî bersiv da. Kerembikin hevpeyvîna Zeynelabidîn li jêrê ye:
 
Roja Yazdehê Gulana 2012an, ez bi xûta hevpeyvîna bi çend parlemanên Kurd ên AK Partiyê re, çûbûm Enqerê. Piştî ku ez pêrgê dostên xwe parlemanê Êlihê (Batman) rêzdar Zîwer Ozdemîr û parlemanê Diyarbekirê rêzdar Galib Ensarîoglu bûm, min fêm kir ku ne tenê parlemanên Kurd, lê hin parlemanên ne Kurd jî hene ku serê xwe bi pirsgirêka Kurd re diêşînin. Di çar rojan de jimara parleman û du-sê wezîrên ku min hevpeyvîn bi wan re çêkirin an wê çêbibin geha 38an.

Bi giştî 22 pirsên me, ji parlamanan hatine pirsîn. Hinek ji wan ez rasterast bi wan re peyivîme û min dengê wan qeyd kiriye, hinek jî li ber ku ne li Enqerê bûn, me pirsên xwe bi riya sekreter û muşawirên wan gehaye destên wan.

Lê çend parlemanên Kurd ku bersiva wan bi zimanê kurdî zehmet bû herweha hinekên Tirk jî ku pirs ji wan re hatine hinartin, pirsên me jî, bersivên wan jî, bi zimanê tirkî çêbûne.

Yek ji wan, parlemanê AK Partiyê herweha serokê Komîteya Kurd ku bi zimanê tirkî bersiva pirsên me daye, parlemanê Stenbolê rêzdar Feyzullah Kıyıklık 

Hevdîtina min Feyzullah re, çendî ku roja 10. 05. 2012, saet li dora 16.00, li ”Salona Kulisan” ya li avahiya Parlemana Tirkiye/ Enqerê çêbûye jî, lê belê li ser daxwaza wî min pirsan bi nivîskî pêşkêşê wî kirin û roja 20. 06. 2012 şêwirmendê wî Ebûqat Mehmet ÇERİKÇİ bi e-mailê bo min hinart. Min jî roja 22/6-2012 ew hevpeyvîn wergerandiye Zimanê Kurdî.

Zeynelabidîn Zinar/Rojevakurd
[email protected]

Zeynelabidîn Zinar: Rêzdar Feyzullah Kıyıklık hûn dikarin xwe bidin naskirin.

Feyzullah Kıyıklık Parlemanê Stenbolê:
Di 1949an de li Çorumê hatime dinyayê. Min Enstituya Îslam û Fakulteya Hiqûqê xwendiye. Min mamostetî û ebûqatiya serbest kiriye. Min çar caran serokatiya belediyeya Baxcilarê/Stenbol kiriye. Ev e du car in jî ku ez wek parlemanê Stenbolê di parlemanê de me.

Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê pirseke sereke ye. Gelo hûn vê çewa dibînin?
Li gor min, pirsgirêka Tirkiyê ya herî girîng,  pirsgirêka terorê ye. Çewa ku serokwezîrê me jî gotiye, pirsgirêka birayên me yên Kurd li holê heye, lê pirsgirêka herî girîng ya terorê ye. Diyar e ku her metirsiyeke ku hewla xwe bide ser jiyana mirovan, pir girîng e. Mafê jiyanê, bêniçlêxistin e. Ev e 30 sal in ku kesên me jiyana xwe wenda dikin. Ji ber hindê ev pirsgirêk, ya herî girîng a Tirkiyê ye.

 

Feyzullah Kıyıklık  û Tayib Erdogan

 

Li gor baweriya we, dê Hukûmeta AK Partîyê Pirsgirêka Kurd çewa çareser bike?

Ev pirsgirêk, wê di bingeha mafê mirovan û biratiyê de bête çareserkirin. Pirsgirêka xelkekî ku li Tirkiyê dijî, bi xelkekî dî re tune, dîroka me, bawermendiyên me, bihadariyên me, hemû hevpar bûne. Em naverokê di çarçoveya biratiyê de digirin destan û dê bi riyên demokratîk pirsgirêk bêtin çareserkirin.

Hikûmeta AK Partiyê jî, bê ku ji demokrasî û hiqûqê averê bibe, ji bo çareseriya vê pirsgirêkê hertim û hergav vîna xwe daxistiye holê. Lê belê heta ku teror neyê qedandin û çek bêdeng nebin, helbet îmkana axaftina bi kesên li pêşber re çênabe. Dewlet li ser dîtinên bingeha hiqûqî yên mirovan, ji bo mafê mirovan ên ku bi hatina wan re hatine, dê bispêre wan û pirsgirêkê çareser bike. 

Heta çi redeyê haya we jê heye ku Pirsgirêka Kurd di medyaya kurdî de bi çi rengî tê gotubêjkirin?

Dinya êdî di rewşeke piçûk de ye, mirov li devera ku lê rûniştiye jî xwe digehîne her agahdariyê. Ez babetê wek Medyaya Tirkî û Medyaya Kurdî, ji êk cuda nakim. Li parêzgehên me yên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê, nûçeyên ku derdikevin û ku xwendina wan jî ku pêdivî be, herweha meqaleyên nivîskarên koşeyan, dişopînim. Herweha hevdîtina min bi kesên çapemeniyê yên li vê herêmê re jî çi li deverê be û çi jî li deverên din be jî çêdibe.

Pêwendiyên we bi parlamenterên BDPê re çewa ye? (Eger baş be) Gelo hûn bi hev re Pirsgirêka Kurd gotubêj dikin?

Çi li nava Parlemanê be, çi li derveyî wê be, parlemanên ku bi wan re pirsgirêkê danûstendin dikim hene.

Kurd ne tenê li Tirkiyê hene. Li gor baweriya we, ji bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê, divê Kurd wek milet çi bike?

Turkiye li vê herêmê, dewleteke xurt e û xelkê wê jî, ji xelkên van welatên ku te behs kiriye di jiyaneke xweştir de ye. Ez li van hemû herêman geriyame. Bawer bikin, hinek 50 sal û hinek jî 100 sal ji me bi şûndetir dijîn. Helbet ev rewşa herêman, eserê piştî dema mêtingehtiya Osmaniyan e. Xelkên ku li wan herêman dijîn, rewşa Tirkiyê jî rind dizanin.

Îro li Emerikayê, çendî ku ol, reng, ziman û çanda hemwelatiyan cuda ye jî, lê bi dehan xelk bi têgehandina Emerîkîtiyê, bê ku gelşek di navbera wan de hebe, bi hev re dijîn.

Bi vî rengî ev mirovên me yên ku li herêmê dijîn (Kurd) jî, hemû bi hisiyatên biratiyê û li ser vê bingehê, dema nêzê babet bibin, dê bibînin ku pirsgirêk çareser dibe.

Li gor we, divê destûra nû ya Tirkiyê, ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd çewan be?

Em Makezagona Nû pir dieyişînin. Her çendî ku hinek jê hatibin sererastkirin jî, lê ev Zagona me ya Bingehîn, berhema derbeyên leşkerî ye. Çi tiştê ku berhema derbeyan be jî, ji serî ve şaş e. Eger destpêka babetê bi şaşî dest pê bête kirin, encam jî dê şaş be. Ev Zagona Bingehîn a Nû, dê jib o çareseriya pirsgirêkên me, bibe destpêkeke girîng. Jixwe daxwaza xelkê me jî di vê meselê de ev e.

Ez bawer dikim ku ev Zagona Bingehîn a Nû, ji aliyê dîtinên xelkê ve dê kesayetiyan bide pêş, dewletê jî pîroz nabîne, maf û azadiya mirovan jî werdigire binê garantiyê, bi awayekî hêsan, sade û bê ku ji gelek xalan çêbibe dê rengê xwe werbigire.

 

Feyzullah Kıyıklık li gel xelkê diaxive

 

Li gor baweriya we, wê statuya kurdan bi çi rengî di destûra nû ya Tirkiyê de cih bigire?

Her kesê ku li Tirkiyê dijî, li gor ku mirov tê hesibandin, bi awayê ku dê xwediyê mafine yeksan bin, wê di destûra nû  de bête sererastkirin. Li vê derê dixwazim bêjim ku cudatî dê ji bo kesî neyê dayîn, her kes dê sûd ji hemû mafan bi awayê wekhevîtiyê werbigire.

Eve 9-10 sal in ku AK-Partî li desthelatiyê ye. Li gor we heta niha çi tiştê pêwist ji bo Kurdan kiriye?

Di serê pêşî de hikûmeta AK Partîyê bê ku cudatiyekê bike, li rojhilata welatê me, li rojavayê wê, li bakûr û başûrê wê, li hemû herêman bi yeksanî xizmet kiriye. Di têgeha me ya dewletiyê de ol, nijad, reng, herêm, zayend û wekî din cudatî tune.

Em ji yên ku hatiye afirandin, ji bo Afirmendî (Xweda) jê hes dikin. Ji ber hindê em di hemû lêçû û suxreyan de hîç cudawazî nakin.  Çewa ku tê zanîn, li vî welatî hertim Kurd hatine înkarkirin, axaftina bi zimanê dayîkê jî qedexe bûye. Lê ew astengiyên li pêşiya vê, hatine rakirin. TRT6 vebûneke delal e.

Hun pêşeroja Turkiye û çareserkirina Pirsgirêka Kurd çewa dinirxînin?

Binerin, ev pêvajora ku ev e 30 sal in ku li welatê me didomîne, bi sedhezaran milyar Dolan badîhewa çûne. Îro ev jimar, zêdetirê 500 milyar Dolarî ye. Aigr ketiye mala bi hezaran malbat. Bi vî pereyê ku hatiye xerckirin, bi hezaran karxane dihatin avakirin ku pê xweşjiyana hemwelatiyan çêdibû. Lê enerjiya me, malê me û canê me kirin tune.

Hemwelatiyên me êdî gehane vê zanînê. Eger ev pirsgirên were çareserkirin, çu asteng li pêşiya welatê me namîne, wê demê hemû xebata me û enerjiya me dê ji bo bipêşxistina welatê me çêbibe. Eger gotin rewa be, welatê me di nîveka navenda dinya û bazara wê de ye. Binerin, ev (çareseriya Pirsgirêka Kurd) dê 75 milyon (hemwelatî) hîn zêdetir kesên me jî, wê di nava xweşjiyanê de bide jiyandin. Ji ber hindê ez ji bo pêşeroja me hertim bi awayekî têbîn diniherim.

Sîstema demokrasiyê pir xweş e. Gelo heta pirsa kurd çareser nebe, hûn bawer dikin ku wê demokrasiyeke rasteqîne li Tirkiye têkeve jiyanê?
Dema çek werin rawestin, mirov zêdetir û  bi hêsanî dikare xwe îfade bike. Dema ev yek were kirin, ji bo çareseriya pirsgirêkê jî, riyeke pir girîng jî tê wergirtin. Ji aliyekî din ve jî demokrasî, aramiya jiyanê, hizûra aramiya jiyanê û xweşjiyan dê bide jiyandin. Ez bawer dikim ku welatê me ketiye vê riyê, herwha wê bigehîje encamê jî.

Li gor dîtina we, wê doza Ergenekon û Balyozê heta kuderê here?

Ez li ser dozeke ku hêj di pêvajoyê de ye napeyivim, ji ber ku ji bo  nasnameya min a hiqêqê xiş nake. Tirkiye bi ruyê xwe yê tarî re rûqal dibe. Hiqûqa me, lêkolîn û lêajotinê didomîne. Lê ez guman nakim ku ev pêvajo dê pir bête domandin. Herweha ez vê yekî jî bawer dikim ku di vê babetê de li kûderê, çi texlît têkilî hebin dê hemû derkevin hole û hesab jî dê were pirsîn.

Tê gotin ku Ergenekona Kurdan jî heye. Hûn di vê derbarê de dikarin çi bêjin?
Hewce nake ku em herin devereke dûr. Dema em li demçuya xwe ya nêz diniherin jî, tê dîtin ku ew hemû rûdanên ku li Turkiyê çêdibûn, tê de tiliya hinek çêkirinên (yapilanma) nihênî hebûye.

Ew çêkirin helbet hene ku enerjiya Tirkiyê li valahiyê berdidin û dibin asteng ku ew li herêmê nebe hêzek. Ji ber hindê pêvajoya vî şerê ku ev e 30 sal in didomîne, eger em wek rastlêhatinek bawer bikin, sefîtî (saflik) ye.

Tê gotin ku wê AK-Partî, partiyeke kurdî a muhafazakar ava bike? Ev yek çiqas rast e?

Berî her tiştî kadirên AK Partiyê, naşûfin kadirên partiyên berî 2002an û derdekî ku ew hevûdu têxin rêzê jî tune. 
Li welatê me astengiya li pêşber damezirandina partiyan jî tune. Her kesê ku mercên zagonî bi cih bîne, dikare partiyekê ava bike.Lê partiyek gava rabe û partiyekê ava bike, em xebata di vî warî de ne exlaqî dibînin. AK Partî partiyek e ku li welêt zêdetir ji % 50î deng wergirtiye, devereke ku xwe lê birêxistin nekiribe jî tune.

Li hemû parêzgehên me, hema bêje li tevekan parleman derxistiye. Ji ber hindê partiyeke wisa bi hêz ku di nava rêxistina xwe de zêde xebat bike, derfeta ku dengê xwe jî bigehîne %70yî, îcar niha rabe û partiyekê damezirîne, ne riyeke exlaqî ye. Bi gotina ku rewşeke wisan heye, ji xwezaya tiştan averê ye.

 

Feyzullah Kıyıklık  û ciwanek

 

Ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd Serokwezîr stratejiyeke nû eşkere kiriye. Hûn vê yekê çewa dinirxînin?

Stratejiya Hikûmeta me helbet ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkanên li welêt, xwedîpêşniyar e. Serokwezîrê me evîndarê vî welatî ye û di her babetê de jî dilpak e. Eger hin stratejî bibin babeta meselê, ev hawe ne nihênî û ne jî veşartî dibe, jixwe ew bi xwe dê eşkere bike.

Eger PKK dest ji çek berde, gelo wê Pirsgirêka Kurd bête çareserkirin?

Eger yekî çekdar li pêşberî te hebe, rêxistineke ku her roj kesên bêguneh bikuje hebe, helbet tu bi baqê gulan naçi pêşiya wî kesî.  Divê pêşî mirov vê meselê têbigehin. Lê dewleta me her dem ji bingeha hiqûqê bê ku averê bibe, berxwedana xwe dê bide; sînorên xwe dê biparêze û wê berxwdaan li dij terorê jî bidomîne.

Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, mercekî pêşî ji bo me ku ev nebe nabe, tune. Lê mutleq divê terror bête tunekirin.

Van pêwendiyên Turkiye û Kurdistana Îraqê çewa dinirxînî?

Welatê me siyaseteke bi şexsiyet û bihadar di arenaya Navnetewî de dimeşîne. Me eyişandiye ku em niha pirsgirêkên sifir bi welatên ciran re bilivin. Helbet ev eyişandina ku em ku pirsgirêkên sifir bi welatên ciran re bilivin, nayê wateya ku em ê li pêşber rûdanên ku li herêmê derdikevin holê bêdeng bimênin.

Girêdanên me yên çandî û dîrokî bi hemû xelkên ku li herêmê dijîn re heye. Ji ber hindê çi dema ku pêlêkirina mafê mirovan li wan deveran çêbibe, ne mimkun e ku em temaşe bikin. Em di van waran de, xebate zêde didin meşandin.

Ew xelkên ku li Bakûrê Îraqê dijîn jî, cîranên me ne, eynî dem birayên me ne jî. Pir girîng e ku ew hemû mirovên wirê di nava aramiyê de bijîn. Ev terora ku li welatê me didome, tesîreke girîng ji wê valahiya îdareya (otorîte) Bakûrê Îraqê werdigire. Ji ber hindê ji bo me pir girîng e ku li Îraqê dewleteke hiqûqî bi hemû sazî û rêveçûnên xwe bi cih bibe û Wezareta me ya Derva jî di vê buwarê de tiştê ku bikeve ser milên wê dike.


Ev pêwendiyên erênî yên Turkiye û Herêma Kurdistanê, li Tirkiyê dê çi bandor li çareseriya Pirsgirêka Kurd bikin?

Çewa ku tê zanîn, ew dever (Başûrê Kurdistanê) herêmek e ku em û ew,  ev e 800 sal in ku bi hev re, di binê banê eynî dewletê de jiyane. Bi van xelkên ku em bi hev re jiyane, pêwendiyên me yên biratî û çandî jî hene. Çewa ku em dizanin, Îraq bi maytêkirina Emeriyayê re rûbirû maye û bi milyonan kesên xwe wenda kiriye. Ev yek jî serpêhatiyeke (tramvay) giran e.

Kurd zêdetir ku li Bakûr dijîn û herêmeke îdarî damezirandine. Ez disêwirim ku helbet divê em di danûstendinên bi vê desthelatiyê re bi awayekî erênî tevbigerin, ev yek jî bi giringî dê tesîra xwe nîşan bide û ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî dê bibe alîkar. Lê di serê pêşî de divê ew valahiya îdarî tije bibe da rihetî nede rêxistina terorê ku hewqas bi hêsanî tevbigere.

Ji ber hindê, em dixwazin ku em bêpirsgirêk bi hemû cîranên xwe re bijîn. Herweha polîtîkaya me ya derva jî, ev e ku kesên me yên li wan deveran (Kurdên Başûr) di nava aramiyê de li jiyanê berdewam bibin.

 

Feyzullah Kıyıklık  di bernameyek televizyonî de

 

Kurdên Kurdistana Îraqê, berê tev hemwelatiyên Imperatoriya Osmanî bûne. Sedemeki ku îro ew û Turkiyeya Komarî ji hev dûr bimînin çi ye?

Sedemê vê yekê  siyaseta me ya derve bû ku me her kesî dijmin didît. Çewa ku min li pêşî jî gotiye, kesên ku li wan deveran dijîn, berî her tiştî birayên me ne û xizmên me ne, ji ber ku em ji eynî medeniyetê hatine û em xwediyê eynî hisiyatên dinyayî ne. Em bi eynî stiranan digirîn û kêf dikin.

Gelo bi kesên hewqas ku taybetmendiyên wan bi hev re hene,  dijmintiya (Tirkiyê) bi wan (Kurd) re mimkun? Lê piştî rûxandina Osmanî, ew dewletên ku li vê xwezayê derketin holê, hemûyan bi çavine dijmin hevûdu dîtine.

Em bi hikûmeta xwe, bi avêtina gavekî herî piçûk pêşwazî dibînin. Lê mixabin nahêlin ku em ji hevûdu re bimînin û leyztik û senaryo ji bo danîna ser dikê, berdewam in.
 
Li gor cenabê te, Turkiye çiqas nêzê Yekîtiya Ewrûpayê bûye?

Ez bi durustiya Turkiyê bawer dikim ku ew hemû bi wan berpirsdeyên ku ketine ser milên wê,  dê wan bi cih bînin. Lê Yekîtiya Ewrûpayê hin astengiyan dide domandin. Li gor min ne pêdiviya Turkiyeyê bi Yekîtiya Ewrûpayê heye, lê pêdiviya Yekîtiya Ewrûpayê bi Tirkiyê heye. Em dibînin ku Yûnanisyan ketiye patraxa deynan û YE jî ketiye derdê ku çewan ji vê rewşê bifilite. Welatê me jî, rekorên mezintiyê dişikêne.

Gotineke we ya taybet heye ku hûn dixwazin li ser pirsa Kurd an wekî din bibêjin?

Binerin, ez li Çorumê hatime dinyayê, macir ji gundê me Ahiskayê hatine.  Li hawîrdorê me gundên Kurdan, gundên Çerkezan, yên Elewiyan, gundên ku Kurd û Tirk bi hev re tê de dijîn, gundên ku Kurd, Tirk û Çerkz bi hev re tê de dijîn hene.

Em di eynî zeviyê de bi hev re şixulîne, me bi hev re şivantî kiriye, em bi hev re çûne eynî dibistanê, me li eynî mizgeftê nimêj bi hev re kiriye, em bûne xizmên hev; me keç dane hev û me keç ji hev stendine, me di dawetên xwe de bi hev re stiran gotine. Dibistan ji ber ku li gundê me nebû, em havîn û zivistan diçûn gundekî din û me dixwend. Em bûbûn yek û bi hev re bûn. Ev hawe êdî di havênê me de bi cih bûye. Em bira ne, eger hin caran xeyd têkeve navbera birayan jî, kesek birayê xwe bi xerîban nade lêxisitn.

Eger îmkana hilbijartinê di hin deman de çênebe, ne dikare protesto bike ne jî dikare xwe serdest bibîne. Ne mezinatiya Tirkan ji ya Kurdan zêdetir e, ne jî ya Kurdan ji ya Tirkan, herweha kêmikdîtina hevûdu jî tune. Pirsgirêk helbet wê hebin, lê ew bi danûstendinê çareser dibin. Helbet hêsankirina birîna kûr jî, demeke dirêj werdigire. Em (AKP) nabin sedemê birînên nû û wan li dera hanê bihêlin, lê em ji perçiqandineke hindik a hemwelatiyan jî nerihet dibin. Kar ketiye riya xwe û ruhnî tê xuyakirin.


Zeynelabidîn Zinar:
Spas ji bo cenabê te.

Feyzullah KIYIKLIK:İstanbul Milletvekili: Ez jî spas dikim.

Rojevakurd Taybet

 

 

Back to top button