Civak

Bombebarana Tirka zererek mezin dide Kurdistanê

 

Li gora nûçeya Kurdistan Tv di derbarê bombebarana balefirên cengî yên Tirkiye li deverên Kurdistana Başûr xelkê herêmê di nav tirsekî mezin de ye.

Li gora agahdariyên ji herêma Xwakurê tên, di encama bombebarana balafirên Tirkiye xûsarek mezin ya madî çêbûye. Herweha zererek mezin gihaye jîngeha deverê jî.

Di vê derbarê de çavkaniyên li deverê diyarkirin ku, di encama bombebarana doh çêbûyî, li Geliyê Xwakurkê pira Armoşe bûye armanca bombeyên balefirên Tirkan û xirabûye. Ev yek jî bûye sedema qutbûna hatin çûyîna deverê.

Herweha ji tirsa bombebaranê xelkê deverê ji bo parastina cane xwe ji herême ber bi deverên din ve diçin. 

Back to top button