Hisên: Em agirê ti kesî nayînîn nav mala Kurdan

Ew komîte ku di civîna 10`î Hezîrana 2012 de hatibû pêkanîn, komîteya wezarî ku her yek ji Dr. Roj Nûrî şawês wek nûnerê Hevpeymaniya Kurdistanî û Mihemed Elawî, nûnerê Îraqiye û Mihemed Deracî, nûnerê Baska Sedr têde endamin.
Komîteya parlamenî ku endamemên wê ji serokên firaksyonên hersê aliyên di nêv parlamena Îraqê ne. Komîteya yasayî ku ji şeş endaman pêktê û her yek ji wan sê aliyan du kes têde endamin.
Endamê Firakszona Îraqiye li Parlamenê Îraqê, Ehmed Mesarî, ragihand ku karê wê komîteyê amadekirina dosyane bo civîna daxwazkirin û jêpirsîna ji Serokwezîran. Herwiha got “niha tenê dosya ewlehiyê btêr dike ji bo wergirtina baweriyê ji Malikî, ji ber ku diyare rewşa ewlekariya Îraqê bi çi awayekiye û tenê serokwezîran jê berpirsyare ji ber ku ew Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdare.”
Her di derbarê vê de yek ji serkirdeyên Baska Sedr Emîr Kenanî bo (Rûdaw) got “hersê komîteyan ji îro (yekşemî) dest bi karê xwe kirine bo komkirina belgeyên yasayî û pêwîst, heta ku dema xwestina Malikî bo parlamenî derxin pêş çavan.” Mesela daxwazkirina Malikî bo parlamen, piştî vê hat ku Talebanî amade nebû, daxwaza wergirtina baweriyê ji Malikî bişîne parlamen û ragihand ku hijmara îmzeyan ne temam bû ji sedema poşmanbûna hin parlamenteran û bawernebûna bi wergirtina baweriyê ji Malikî ji ber çar sedeman ku pêktên ji yek, ji ber ku Serokatiya Wezîran pişka Şîeyane, ji ber vê nabe xwe di ser re bazbidin bi vekişana baweriyê, lê bi tekoşîna ku wan îqnabikin bi guhertina nûnerê xwe ji bo Serokatya Wezîran.
Duyem “ez li dijî bêtiriya daxwazî û mafên wan nînim û nabim jî, min rêz ji bo Baskê Sedrî hene, lê ew tenê nûneratiya çarêkekê ji nûnerên Şîyan dikin li parlamenê.” Sêyem “Havpeymaniya Nîştîmanî ji min re gotiye ku ew bitemamî amadene hemû lihevhatinan cîbicîbikin, bi berçavgirtin û rêzgirtin li lihevhatina yekem a Hewlêr.” Çarem “Serok bê alî dimîne û serperiştiya komdengya nîştîmanî, komvekirin û yekrêziyê dike, eger rewş jî wisa li min bike dijî bawer û pirensîpên xwe bilivim, wê demê ez ê dest jikar kêşana ji Serokatiya Komarê pêşkêşbikim û ez ê vegerim ser karê xwe yê wek sekriterê giştî yê partiya xwe ji bo ku bi hemû azadiya xwe btevbigerim.”
Li gor zanyariyan her yek ji Baska Sedr û Îtîlfa Îraqiye ji Mesûd Barzanî re raghindibûn ku eger Yekîtî Nîştîmanî helwesaa xwe di mesela bawerî wergirtinê yêkalî neke razî nabin beşdarî vê komîteyê nababin.
Lê heftiya borî Polîtburoya YNK`ê piştî civîna wan biryar dan ku ew weke partiyek hevhelwestê partiyên Hevpeymanî bin derbarê wergirtina baweriyê ji Malikî.
Emir Kinanî ku bi nûneratiya Muqteda Sedr beşdarî dawî civîna Hewlêrê kir di roja 10`î Hezîrana 2012`an de û derbarê dawî helwestê YNK`ê got “YNK`ê ji me re got eger wergirtina baweriyê ji Malikî bi rêya daxwazkirina wî be bo parlamenê, em ligel vê pêngavêne û ligel helwestê Kurdan de dibin. Bi dîtina me jî aliyên Kurdî hemû ligel wergirtina baweriyêne ji Malikî.”
Serokê Komîteya Yasay di Parlamenê Îraqê de, Xalid Şiwanî ku di heman dem de Endamê Serkirdayetiya Yekêtya Nîştîmanî Kurdaistane jî, bo (Rûdaw) got “helwestê me wek YNK rone û em ligel rêza Kurdane.”
Şiwanî ku yek ji endamên vê komîteya yasay ya ku ji bo xweamadekirnê bo bangkirina Malikî bo Parlamenê Îraqê pêkhatiye, herweha got “me weke YNK yek biryar heye, ew jî ewe ku ligel hemû hêzên Kurdan bin.” Ev helwest piştî wê dihê ku mesela wergirtina baweriyê ji Malikî nakokî xist nav du aliyên sereke yên Herêma Kurdistanê.
“em yekrêziya Kurdan ji bo ti kes û aliyan têk nadin”
Derbarê ev cudahya di helwestê Talebanî û Barzanî de ku dihat pêşbînîkirin bandorên xirab bixe ser têkiliyên YNK`ê û PDK`ê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên got “em wek Kurd agirê kesî naynîn nav mala Kurdî û yekrêziya Kurdan jî bo hîç kes û aliyekî têknadin.”Fuad Hisên herwiha got “eger di nav hêzên siyasî yên Kurdistanî de pirsgirêk jî hebin em ê di nav xwe de çareser bikin.”
Îtîlafa Îraqiye bi Serokatiya Eyad Elawî dibêje, em dizanin êdî Talebanî daxwaza wergirtina baweriyê ji Malikî naşîne parlamen. Peyvdarê Îraqiye derbarê nameya Talebanî bo Barzanî, Elawî û Sedr ku têde gefên dest jikarkêşanê dike eger bixwazin bi gaşaran nerîna wî ser wergirtina baweriyê ji Malikî biguherin, dibêje “ewa giringe jibo me helwestê Polîtburoya Yekîtî Nîştîmanî Kurdistane ku ew jî niha ligel wergirtina baweriyê ye ji Malikî.”
Heyder Mulla bo (Rûdaw) got “em gihiştin wê bawerê ku êdî Serkomar daxwza wergirtina baweriyê ji Malikî naşîne Parlamenî.” Herwiha got “ji ber vê helwesta Talebanî em ê rêyên din bigirin û hewara xwe bibin Parlamenî ji bo ku bawerî ji Malikî bê stendin, ev jî bi rêya bangkirina Malikî ji bo parlamenî.”
Pêşniyara Talebanî di rapora civîna Hewlêrê de nivîsandiye
Herçende Serokê Îtîlafa Îraqiye, Eyad Elawî berî niha ragihandibû ku hizra jêstendina baweriyê ji Malikî ji aliyê Talebanî ve hat pêşkêşkirin, lê buroya Serkomarê Îraqê di bersîva Elawî de got “Elawî baş dizane kê ew hizir pêşkeşkir.”
Peyvdarê Îraqiye, Heyder Mulla tekez ser vê yekê dike ku ew pêşniyaza Talebanî bû û got “mesela wergirtina baweriyê ji Malikî Pêşnyara Talebanî bûye û di rapora civîna Hewlêrê de nivîsandiye ku di 28`î Nîsana 2012`an de hat sazkirin.” Herwiha got “yê guman hebe ji axiftinên Elawî dikare li rapora civîna Hewlêrê binere da piştrast bibe ku hizra wergirtina baweriyê ji Malikî pêşinyaza Talebanî bû yan na.”
Hîvîdar Ahmed/Rudaw