Cîhan

Bi awakî din "edalet"

 

Li Amerîkayê bavekî, tacizkarekî ku keçika wî a 4 salî taciz kiribû girt û bi awayî lêxistinê ew kuşt. Dadgehê, biryareke dîrokê da û mirovê ku tacizkar kuştiye berda. Hefta çûnê ev bûyera pêk hatibû. Mirovê ku normal lazim bû bi cinayetê were darizandin, dema gel piştgiriyeke mezin dayê, dadgehê jî guh da dengê gel û biryareke dîrokî da.  

Li Amerîkayê, li eyaleta Teksasê, li bajarê Shinerê, bavekî, tacizkarekî ku keça wî a 4 salî taciz kiribû digire û dide ber lêdana û bi lêxistinê tacizkar dikujê. Li ser vê, mirov ceza nexwar û hat berdan. Li bajarê Shinerê, gel, piştgiriyeke mezin da mirov û juriya mezin jî mirovî ku kesek kuştibû secdar nedît. Bav, hîn 23 saliye û tacizkarê ku kuştiye jî ew î 47 salî bûye.  

Vê bûyerê û biryara dadgehê, li Amerîkayê bi awakî berfireh bû sedema niqaşan. Gelê bajarê Shinerê, di fikra, “pêwistiya ku her bavek lazime bi cih bîne kiriye” de ne. 

Jurî û dadgehê, ji ber ku bavê 23 salî, keçika xwe a 4 salî parastiye, mora xwe li biryareke bi vî rengî a dîrokî xistine. 

 

Back to top button