Jiyana Mele Mustafa Barzanîyê nemir, kurte çîroka têkoşîna neteweyî  ya miletê Kurd e

0
157

    Jiyana Mele Mustafa Barzanîyê nemir, kurte çîroka têkoşîna neteweyî  ya miletê Kurd e

Mele Mustafa Barzanîyê nemir ,  rêberekî  miletê Kurd û Kurdistanê yê dîrokî ye ku em bi giramî bibîrbînin.

Ew di 14.03.1903an de ji dayikbûye û  di roja  01.03.1979an çûye ber dilovanîya xwedê. Ango adara îsal, 116mîn salvegera ji dayikbûna wî  û  salvegera 40emîn  ya wefata wî ye.

Ji roja jidayikbûnê  heta wafata wî, jiyana Mele Mustafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna neteweyî  ya Kurd û Kurdistanê ,  ya di sedsala 20an de ye .

Jiyana Mele Mustafa Barzanî yê nemir, bi şer, hefs , koçberî, surgun , wêranî û  bi trajedîyên mezin ve dagirtî ye. Herweha  jiyana M. Mustafa Barzanî,  bi xweşî  û nexweşîyên xwe, bi serkeftin û şikestinên xwe, bi welatperwerîyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi hêvî,  dilsozî û  biryardarîyê,bi  berxwedanê û bi sekneke bi şexsiyet ve hatîye hûnandin.

Melle Mustafa Barzanî  di temama jiyana xwe de, tu carî nefsbiçûktî, sebir, tolerans û xweşbînîya xwe ji dest berneda.

Mele Mustafa Barzanî,  bi rêbaz û xebat  û têkoşîna  Şêx  Abdulselam Barzanî û Şêx  Ahmed  Barzanî   û  di medreseya welatperwerîya wan de perwerde bûye. Rêbaza M. Mustafa Barzanî, berdewamîya  rêbaza Rêxistina Azadî ya Xalid Begê Cibrî, ya Xoybûnê, ya Komara Kurdistanê ye. Ew berdewamîya doza  Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, îhsan Nurî , Qazî Mihemed e.

Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî  ye.

Weke  Serfermandarê Artêşa Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) di ava kirina  Komara Kurdistanê de roleke dîrokî lehîstî ye. Ew  damezranêr û Serokê  Partîya  Demokrat  a Kurdistan-Iraqê ye. Mele Mustafa  Barzani, piştî hilweşandina Komara Kurdistanê, 11 salan li  Yekitiya  Sowyetê li gel 500 hevalên xwe yên pêşmerge jiyaneke gelek zehmet derbas kir.

Mele Mustafa Barzanî, di sala 1958an de vegerîya Iraqê  lê di demeke kurt de, mecbûr ma  di sala 1961ê de şoreşa îlonê destpêbike.  Di 11ê adara 1970yê de bi hikûmeta Iraqê re peymana otonomîyê îmze kir. Rejîma Beesê şerdên peymanê pêk neanîn. Mele Mustafa Barzanî dîsa di 1974an de dest bi şerê çekdarî kir. Lê di 1975ê de bi Peymana Cezayirê, bi lihevhatina Iraq û Îranê û nevbencîtîya Emerîkayê, Emerîka û Îranê dawî li piştgiriya xwe ya jibo Mele Mustafa Barzanî anîn û şoreşê şikest xwar. Mele Mustafa Barzanî şer rawestand. Vekişîya İranê. Û  di roja 1ê adara 1979ê de jiber nexweşîya xwe çû ber dilovanîya xwedê.

Ala Kurdistanê ya  ku Pêşewa Qazî Mihemedî teslîmî Mele Mustafa Barzanî yê nemir kir, tu carî neket erdê. Û ew alaya ku  Mele Mustafa Barzanî yê nemir teslîmî pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, bi gelek êş û zilm û qetlîaman ve, lê bi têkoşîna pêşmergeyên qehreman li Başûrê Kurdistanê  îro bi awayekî  serfirazî li ser Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê li ba dide.

Xebat , têkoşîn, sekin û şexsîyeta  Mele Mustafa Barzanî  yê nemir îro jî  jibo hemû Kurdên cîhanê cîhê rêzê û  hêvîyê ye. Mele Mustafa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû, dilsoz û serokek bû.  Di qada navneteweyî de cîhekî xwe yê grîng hebû.

Mele Mustafa Barzanî  yê nemir serokê partiya  xwe , yê miletê xwe, yê welatê xwe  bû. Xebat û têkoşîna  wî  xebat û têkoşîna me ye.

Mele Mustafa Barzanî  yê nemir li her çar perçeyên Kurdistanê jî,  di dilê her Kurd û Kurdistanîyekî de çavkanîya dilsozî, bawerî, niştimanperwerî, sebir, xebat û rêzdarîyê ye.

Azadî  û serxwebûna  Kurdistanê dê xelata herî  mezin be jibo Barzanîyê nemir.

Em di 40emîn salvegera wefata wî de Mele Mustafa Barzanîyê nemir  bi giramî bibîrtînin.01.03.2019

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Nerîna min :