Polîtîk

Jiyan ne tenê ye!

Jîyan Tîmûrtaş, berdevkê Ciwanên Netevî yên Kurdistanê, roja 21ê Cotmehê li Diyarbekirê hatiye binçav kirin. Tîmurtaş ciwanek Kurd e ku li ser xeta netewî siyasete dike. Herweha li nirxên netewî û Kurdistanî xwedî derdikeve û hemû çalakiyên xwe de Ala Kurdistanê bilind dike.

Roja hatî girtin heta wek niha bertekek pêwîst ji aliyê medya Kurdî ve nehatiye nişandan. Gelek cara dema kesek ji HDPê tê girtin medya malûm rojane behsê dike. Lê ciwanek Kurd ji bo çalakiyên xwe yên Kurdistanî tê girtin ,medya malûm bê deng e. Ev jî eşkere dike ku ew ne medya Kurdî ne û tine medya partiyekî ne.

Gerek Kurd bi hemû awayî li Jiyan xwedî derkevin û wî bi tene nehêlin.

Back to top button