Nivîsar

Siyaseta bê pîvan bê nirxe jî…!

Gerek pirsa Kurd wek pirsa neteweyekî bindest bê dîtin, divê ev pirs û destxistina mafên rewa yên gelê Kurd di helwesta siyasî de bibe pîvanek bingehîn.

Dara Bilek

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê gelek caran dema siyasetmedarek yan jî berpirsê partiyekî di derbarê Kurdan de axavtinekî dike bi awayên cuda tê nirxandin. Lê di vê derê rastiyek û xalek gelek zîz heye dive bi zimanek zelal bê kifşkirin.

Gelo ew kesayet yan jî aliyên siyasetmedarên Tirk kaşo ji bo pirsa Kurd rexneyan li hinek din  dikin, yan jî dema behsa Kurda dikin bertekî nîşan didin, ew bi xwe di derbarê pirsa Kurd de çi dibêjin? Gelek cara dema berpirsek yê desthilatê behsa Kurda dike ,yan jî di derbarê Kurdan de daxûyaniyek ne erênî dide, di cih de ji aliyê muxalefetê ve tê rexnekirin. Lê aliyê rexneyê dike tu cara behsa dîtina xwe di derbarê Kurdan de nake. Ev yek xalek gelek giring e û dive bê gotubêj kirin.Rexne kirina dîtina xelet di derbarê pirsa Kurd de ne ecêbe, lê aliyê rexne dike ,ji bo çi dîtina xwe nabêje? Ev balkêşe.

Eger mirov di derbarê pirsekî de gotara kesekî rexne bike, pêwiste bedilê tişta ku rexne dike vekirî bêje, da ku ew rexne cihê xwe bigre. Wek din rexne kirin ne ji niyetek pakij tê.

Eger wek Kurd pirsa Kurd û herweha destxistina mafên rewa yên Kurda li bakurê Kurdistanê wek pîvan bibînin û li gora vê yekê helwesta xwe li himber aliyên siyasî bidin kifşkirin, dê çerçoveya rexne û nirxandina hemû aliyên siyasî bê guhertin. Dê hinge em dikarin nehêlin aliyên siyasî pirsa Kurd neyêxin nav lingan û nekin malzemeyek ji siyaseta xwe ya rojane re.

Na eger em pirsa Kurd paşguhê xwe ve bavêjin û di perspektifek îdeolojik ve aliyên siyasî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê binirxînin û li gora îdeolojiya xwe wan rexne bikin û bibin xwedî helwest hinge hertişt tê guhertin û ev yek pirsa Kurd ve ne girêdaye. Pirsek îdeolojik e û Kurdan li bakurê Kurdistanê gelek zererek mezin ji vê yekê dîtine û îro jî ev yek bûye sedem ku pirsa Kurd bûye qurbaniya îdeolojiyên çewt. Herweha vê yekê pirsa Kurd paşve daye û astenga herî mezin ji dewletbûna Kurdan re wek zihniyet pêkaniye û niha jî astenga herî mezin di rêya pêşketina Xeta Netewî û Kurdistani de ye.

Em vê pirs biçekî din zelal bikin. Niha AK Partî di derbarê pirsa Kurd de çi dibêje? Herweha ev 20 salên ku Erdogan û AK Partî desthilatin di derbarê pirsa Kurd de çi kiriye? Eger ev yek bi dirêjahiya 20 salen de aliyên erênî û xirab wek filmek dokumenter ber çavan re bê derbas kirin, dê emê bikaribin behtir û bi naverokek bi hêz di derbarê pirsa Kurd de Ak Partiyê rexne bikin û rastiya wan wek siyasetmedar ji miletê xwe re bêjin.

Ji aliyek din ve heza sereke ya muxalefetê, CHP di derbarê pirsa Kurd de çi dibêje? Di vê pirsê de bernameya wan çiye û herweha di diroka xwe ya siyasî de bi çi çavî li pirsa Kurd nêrîne û çi kirine? Gerek dîroka vê partiyê jî û helwetsa wan di pirsa Kurd de, wek filmek dokumenter berçavre bê derbas kirin, da ku Kurd rastiya wan jî bibînin.

HDP ku bi navê Kurda tevdigere û tu cara nabêje ew partiyek Kurdin. Herdemî xwe wek partiyek a Tirkiye bi nav dikin. Gelo HDPê ji bo Kurda çi kiriye û çewe pirsa Kurd dinirxîne? Axavtinên rojane ku bi armanca propagandeyan têne gotin ji  bo pirsa Kurd ne çareseriye, mixabin tenê xapandineke û zerera herî mezin dide Kurda. Eger berpirsek vê partiyê bije“ Tirkiye welatê me yê hevbeşe, Cumhuriyet a Tirkiye dewleta me ya hevbeşe û emê demokrasiyê li ser binyata cumhuriyetê avabikin“ dê ev partî ji bo Kurda çi bike? Tenê tişta tê kirin bi nave Kurdeyatiyê, bi dengê Kurda berê Kurda ji doza wan vediguhêze û Kurda entegreyê dewletê dike û xeta netewî û Kurdistanî difetisîne.

Ji aliyek din ve gelek partî û aliyên siyasî behsa pirsa kurd dikin û li gora xwe reçeteyên çareseriyê didin xûyakirin û gelek mixabin sivikahiyê li pirsa Kurd dikin. Gelek cara mamusteyak î zaningehê, yan jî berpirsê partiyek siyasî dikare bûje: Em nizanin ev Kurd çi dixwazin? Li Tirkiye em hemû wek hev dijîn û birayê hevin. Ev gotar bi xwe didn xûyakirin ka astê gotubûjan di pirsa Kurd de di çi radeyê de ye.

Ji bo rê li vê yekê bê girtin, gerek li bakurê Kurdistanê partiyên Kurd vê rastiyê bibînin û li gora vê bibin xwedî helwest û rê nedin pirsa Kurd bibe malzemeyek siyasî ku aliyên siyasî li gora berjewendiyên xwe yê rojane bi karbînin. Gerek pirsa Kurd wek pirsa neteweyekî bindest binirxînin û vê pirsê û herweha destxistina mafên rewa yên gelê Kurd wek pîvanekî bibînin û li gora vê jî bibin xwedî helwest û gotar û daxûyaniyên aliyên din binirxînin.

Nabe li himber aliyên Tirk, em berê xwe ji doza xe bidin aliyekî bikevin di nava tevgerêk din de. Pîvan Kurdbûne, netewîbûne û Kurdistanîbûne….

23.10.2022

Back to top button