Polîtîk

Erdogan:Tu hêz nikare yekitiya me têkbibe!

Serokkomarê Tirkiye Erdogan da xûyakirin ku; “ Girtîgeha Diyarbekirê ji aliyê Wezareta Dadê ve bi temamî vala kir. Ji îro pê ve girtîgeh ji Wezareta me ya Edaletê ji bo Wezareta Çand û Tûrîzmê hate veguhaztin.“

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di rewrisma vekirina Riya Zengila Diyarbekirê û avahiyên ku jialiyê TOKÎ ve hatîn çêkirin (1525 îxanî, 17 ciyên kar, mizgeft) veberhênanên metropolan û projeyên din ên temamkirî de axavtinek kir.

Erdogan wiha got: “Em dixebitin ku welatê xwe bikin girava aştiyê. Rêxistinên terorîst û zalimên wan ên emperyalîst wê nikaribin pêşî li vê bigrin.”

“Ev parêzvanên mafên mirovan ên Rojava li ku ne? Dayik û birayên min ên Diyarbekirî qîmet nedan van, li ber xwe sekinîn û xwe netewand.”

Erdogan destnîşan kir Girtîgeha Diyarbekirê ya ku di demên borî da rastî çewisandin û bîranînên nebaş hat, wê hem bibe bîranîn û hem jî bibe cihê çalakiya di qadên cuda de.Rengê Diyarbekirê ne îstîsmara PKKê ye û ne jî perîşaniya HDPê ye. Tişta ku em îro nîşanî we didin ev biratî, hezkirin û bihevrebûnê.“

Erdogan berdewamiya axavtina xwe de got:“ Xwezî zimanê sûrên Diyarbekirê û çemê Dicleyê hebûya û biaxavtan, Zimanê kolanên Diyarbekirê hebûya û behsa Diyarbekir bikirina.Bikaribûna xiyaneta ku bask û desten Diyarbekirê şikênandîn gotibûna. Behsa zilm û zordariya wan bikirina ewên ku her tim behsa demokrasiye ûhuquqê dikin. Navê wan Kurd e, lê tu pêwendiya wan Kurdeyatiyê re tüneye. Zilma herî mezin ev li birayên me ên Kurd dikin.

Dawiya axavtina xwe de Erdogan behsa Demirtaê jî kir û got:“ “Rojên tarî yên Diyarbekirê derbas bûn. Kesê ku li Edîrneyê girtî ye (Selahattin Demirtaş) tu eleqeya wî bi kurdbûna wî re tune. Ev zilam ne kurd e. Lê welatiyên min îstîsmar dike. Yek hevserokê wan heye. Gelo kurd e. Birayên min ên Kurd îstîsmar dike. Diyarbekir bi aborî, çand, huner û binesaziya xwe rêya xwe didomîne. Diyarbekir êdî bajarê aştiyê ye.”

Back to top button