Polîtîk

Jina nijadperest vereşiya

Dema di parlementoyê de pirsa ku mirov dikare di dadgehan de bi zimanê xwe yê dayîkê parastina xwe bike hate rojeva parlementoyê, partiyên siyasî di derbarê vê babetê de dîtinên xwe gotin. MHP û CHP gelek bi tundî dijê vê yekî sekinîn û nexwestin bibe qanûn.

Gotubêjên gelek dijwar di nav parlementeran de çêbûn û heta hinek ji parlementeran êrîşê hevudin kirin.

Hinek gotubêjên parlementeran ku ketin di protokola parlementoyê de:

Birgul Ayman Guler: Heta niha kesekî axavtinên bi vî awayî she nekirine. Axavtina parlementera BDPê Akat xwîna me sekinand.Heçku parlementera dewletek dine. Ji mere dibêje hun..

Hasip Kaplan:Ez ne parlementerê dewletême, ez parlementerî Tirkiyeme

Birgul Ayman Guler:
Ak Parti dixwaze neteweyê Tirk ji dîrokê rake. Ak Partî hewl dide hemwelatiya Tirkî ji holê rake. Me dît Ak Partiyê çewe li gel BDPê hevkatiyê dike.

Mahmet Metiner: Tiştek welê tuneye.

Oktay Vural:
ji xwe koalisyona AK Partiyê û BDPê heye.

Birgul Ayman Guler: Çewe tiştek welê tuneye?Komisyona destura nû de hevalên we çi pêşniyar kirin? Hun ne “ Hevwelatiya Tirk“ “ Hewvelatiya Tirkiye“ pêşniyar dikin. Serokwezir jî dibêje “Bingehê me îslamiyete“
 Serok wezîr dibêje Tirkitî nijadperestiye.

Ihsan Şener: Rast dibêje

Birgul Ayman Guler: û dibêje emê vê ji dîrokê de xira bikin. We di vê parlementoyê de li himber miletê Tirk yê Mezin sund xwar.

Mehmet Metiner:Em ne neteweperstin, em ne nijadperestin emê wê destûrê jî biguherin

Birgul Ayman Guler:
Hun yek bi yek îxanetê dikin

Mehmet Metiner: Hun çi bikin jî emê destûrê biguhrin

Birgul Ayman Guler:Hun dibêjin sosyal demokrai mîlitarizme ..

Idris Baluka: Emê welî bikin jo sosyalist enternasyonalê jî we derêxin.Hun li vê derê neteweperstiyê dikin û li dera din jî çepitiyê dikin.

Birgul Ayman Guler: Hun nikarin kurdîtiyê wek wek “pêşverûtiyê“ bi min bidin qebûl kirin. Hun nukarin Neteweya Tirk û miletê Kurd wek hev bibînin (di gruba CHP û MHP dengê çepikan bilind bû)

Îdris Balukan: Em ne miliyetçîne lê hun neteweperstin.

Birgul Ayman Guler: Hevalin hêja,Ak Partiyê û BDPê li ser tiştekî tifaq kirine. Li Tirkiye pirsa Kurd tuneye. We li Tirkiye pirs kir pirsa Tirk

Îdris Balukan: Qet mereqê neke emê we ji sosyalist enternasyonalê bidin avêtin.
 
Sirri Sakik: Li Tirkiye tegandina we ya faşîstî heye

Birgul Ayman Guler: Ji hir pêve eml xwe biparêzin. Ji bo parastina mafên xwe yên meşrû emê êrîşê bikin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu mecbur ma ku daxuyaniyekî di vê derbarê de bide. Kiliçdaroglu got: Mafê kesekî tuneye li ser nasnama etnîqî siyasetê bike.Divê em ne ji hev dûr bikevin em nêzik hev bibin.Nabê em tu etnîqekî ji derve bihêlin.

Li ser navê Ak Partiyê Bekir Bozdag daxuyaniyek da û got: Serokwezîr ji berî rojekî di derbarê nijadperestiyê de daxuyaniyek dabû.Ev axavtina parlementera CHPê nijadperestiye.

 

 

Back to top button