7 caran hewldane ku Erdogan bikujin

 
Dibêjin ku heft car xwestine ku Seropkwezîr Receb Teyib Erdoganî bikujin. Helbet çend car jî bo kuştina Serokkomar Evdile Gul jî teşebusa kuştinê hatine kirin.

Baş e, gelo evên ku xwestine ango Receb Teyib Erdogan û Serokkomar Evdile Gul bikujin, kî ne, çi kes in û çima dixwazin wan bikujin?
Ev teşebusa kuştina van du lîderên Tirkiyê wek pirs ji aliyê cîgirê serokê CHPê Muharrem İnceyê ku niha dosyayeke wî ji bo rakirina mafê destlênedanê li ser doza bênamûsiyê ve li Parlemana Tirkiyê hatiye pirsîn.

Bêguman ev pirsa Muherremî gelek balkêş e, welê dixuyê ku berê haya Muharrem İnceyî ji teşebusa kuştina wan hebûye.
Dema Muharrem İnce ev pirs li Parlemanê ji Serokwezîr Erdogan kiriye, ji dêvla Erdoganî ve Wezîrê Navxwe İdris Naim Şahîn bersiva wî daye û weha gotiye:

“Di demên cuda de amadetiya kuştina Serokkomar Evdile Gul û Serokwezîr Receb Teyib Erdogan, hatine kirin. Lê berî ku êrîş bêtin kirin, hazirîya êminatiyê hatibûne kirin û êrîşkar serkeftî nebûne. Niha heft kes jî li ser sûîqesta Erdoganî, ji aliyê dadgehê ve hatine girtin.”

Ev axaftina Wezîrê Navxwe, wek mesela Kurdan ku dibêjin “wê ev hevîr pir av hilîne” ev axaftina wî jî, wê li Tirkiyê pêr bête nîqaşkirin.

Wezîr Naîm piştre weha axivîye: Hin dixwazin ku welatê me têkeve nava gengeşetiyeke mezin. Yek ji wan rûdanan jî, ev êrîşên ku xwestine li Serokwezîr bikin bûne.

Çendî ku Wezîrê Navxwe neviyaye ku rasterast agahdariyên zelal bide jî, lê belê li gor agahdariya wî, sûîqesta li Serokwezîr Erdoganî carekê li bajarê Tekirdaxê, carekê li Kutehyayê, carekê li bajrkokê Linyitê çêbûye.

 

Rojeva Kurd

A. Behram Badik

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: