Polîtîk

Li Davosê hevdîtinên serok Barzanî berdewamin

Di çarçoweya serdana xwe ya ji bo Swîsreyê bo beşdarî kirin di komcivînên abûrî yên Davosê, evro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî çendîn hevdîtinên girîng bi Berpirs û Rayedarên hin welatên Cîhanê re pêk anî.

Di destpêkê de Serok Barzanî beşdariya yekemîn rûnîştina komcivînê kir û pişt re jî bi Serokwezîrê Libnanê re hevdîtinek pêk anî.

Di vê hevdîtina han de hevdem ligel nirxandina rewşa Kurdistanê, rewşa Deverê bi giştî û rewşa Sûriyayê jî bi taybetî hate nîqaşkirin.

Her di vê hevdîtina han Serok Barzanî û Serokwezîrê Libnanê tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Libnanê de kirin.

Her evro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li Davosê bi Serokwezîrê Holendayê re jî civiya û di civîna han de behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Holendayê de hate kirin û her du alî tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên heyî kirin bi taybetî di wan waran de ku, berejwendiyên her du Gelên Kurd û Holendayê pêdeviya xwe bi wan dibîne.

Ji aliyeke din ve her evro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi Wezîrê karûbarên devlet yê Swîsreyê re jî civiya û di vê civîna han de çendîn babetên girîng yên girêdayî bi peyvendiyên navbera her du aliyan hatin nîqaşkirin.

Her evro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li Davosê di berdewamiya hevdîtinên xwe yên bi Rayedarên welatên Cîhanê re, bi Senatorên Senatoya Amerîkayê re jî civiya û behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Amerîka û Kurdistanê de hate kirin û Senatorên Amerîkayî tekez li ser vê yekê kirin ku, Kurdistan niha di nava Rojhilata Navîn de Devereke herî baş û arame bo bihevre jiyanê lewre dibe hewl were dayîn daku, ev çanda han ya li Kurdistanê derbasî navçeyên din yên Îraqê jî be.

Her di vê civîna han de her du alî jî behsa çawetiya bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de kirin.

Hêjayê gotinêye ku, duhê bi şev Serok Barzanî li Davosê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê û evro jî beriya destpê kirina komcivînên Davosê bi Serokê kompaniya Chevron ya Amerîkayî re civiyabû. (KTV)

Back to top button