Nivîsar

Ji van kîjan başe ?

Biraderê me Muradov Hamlet du pirs li rûpela xwe weşandiye. Ew pir ev in:”Bi baweriya we ji vana kîjan baş in:- Kesên bi kurdî difikirin û bi tirkî dinivîsin, an kesên bi tirkî difikirin û bi kurdî dinivîsin?”Ez pir li ser van pirsan rawestiyam, di encamê de geham vê baweriyê:

1) . Kesê bi kurdî difikire û bi tirkî dinivîsin, ew Çanda Kurdî pêşkêşê ”Çanda Tirkî” dike.Çi kesê dema naverokek bi tirkî diweşîne, ew ji çi neteweyî be jî, saziya Zimanê Tirkî pêre pêre wê naverokê dike malê xwe.Bi sedan mînak li ba min hene ku hin kurdên tirkperest di salên 1930 û 40î de, bi tirkiya wê demê berhemên Folklora Kurdî wergerandine zimanê Tirkî.Piştre ji salên 1940 hetanî 1960î, Tirkan 715 berhem bi navê ”Folklora Tirkî” afirandine û ew hemû berhemên Folklora Kurdî wek çanda xwe hesibandine. Niha ji vê babetê heşt pirtûkên tirkî di arşîma weşanxaneya me de hene.

2) Kesê ku bi tirkî difikire û bi kurdî dinivîse, ji xala yekê xirabtir xisar dide Çanka Kurdî. Ji ber ku kesê wisa zêde agehdarê bi Çanda Kurdî nînin, îcar tiştên ku di nava Tirkna de heye, dikin malê Çanda Kurdî. Çend mînak:YEK:Dema polîs an leşker kesekî digirin, bi tirkî dibêjin ”goz altina alma.”Niha vê gotina tirkî bi kurdî weha dêbêjin: ”Girtin binçav” an jî ”binçav kirin.”Lê gotina rast a kurdî ev e: Desteser kirin…DU:Bi tirkî weha jî dibêjin: ”Destên xwe têxin binê kevir.” Ev gotin di Çanda Kurdî de tune. Lê di Çanda Kurdî de weha tê gotin: Destê biratiyê bidin hev…Nimûneyên wek van bi sedan hene ku îro di kurdiya kurmancî de têne gotin.Hêvîdar im ku ciwanên me li gotin û termên wisa haydar bin û tiştên ku ne ji Çanda Kurdî be, nekin malê kurdî.

01/ 11/ 2020

Zeynelabidîn Zinar

Back to top button