
Li Bajarê Stanbulê Kitabxaneya ku girêdayê şeredariya mezina Stanbul kar dike li himber pirtukên Kurdî xwediyê helwesteki ye. Kitabxaneya Stanbulê cih nade piraniya weşanxaneyên ku bi Kurdî pirtuka çapdikin û her weha pirtukên bi zimanê kurdî hatîn çapkirin nafruşin. Dema sedemên vê yekê ji berpirsên kitabxaneyê hate pirsîn , wan tenê dan xûyakirin ku, hinek hesasiyetên wan hene.
Lîsteya pirtukan a Kitabxaneya Stanbul di siteya Internetê de,cih dide 5 hezar weşanxaneya û 200 hezar pirtukan. Kitabxane gelek hindik cih dide pirtukên Kurdî.
Weşanxaneya Nûbiharê 400 pirtuk hene ji wan tenê cih dane 70 pirtuka û tenê 10 ji van pirtukan bi zimanê Kurdî ne.Weşanxaneya Na 36 pirtukan di listeyê de cih digre , tenê ji van 2 pirtuk Kurdî ne.
Hinek weşanxane di listeya Kitabxaneya Stanbulê de qet cih negirtine. Ew jî evin. Avesta, Wardoz, Doz, Lis, Sitav, Aram, Nas ve Hiva.