PolîtîkRojev

PKK nefta Rojavayê Kurdistanê difroşe Îran, rejima Sûriyê û Tirkiyê

Çavkaniyekê ji Rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re axivî û aşkere kir bê PKK li Rojavayê Kurdistanê neftê çawa difroşe Îran, rejima Sûriyê, Tirkiyê.

Çvkaniyekê ji Rojavayê Kurdistaê ji BasNewsê re axivî û da zanîn PKKê li Rojavayê Kurdistanê neft difrot rêxistina terorîstî ya DAIŞê û niha hî nefta Rojavayê Kurdistanê difroşe Tirkiye, Îran û rejima Beşar Esad.

Çavkaniya ji Rojavayê Kurdistanê ku nexwest navê wî were aşkere kirin da zanîn PKKê dest daniye ser kêlgehên neftê yên Rojavayê Kurdistanê û nûner û berpirsên xwe li ser kelgehê erkdar kirine.

Herwiha ligor heman çavkaniyê PKK bi alîkariya Heşdî Şabî û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) yên ser bi PKKê ji ser Şingalê neftê derbasî Iraqê dike û ji Iraqê jî dişine Îranê.

Di berdewamiyê jî de heman çavkaniyê tekez kir PKKê neftê difroşe çekdarên opzîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê û nefta Rojavayê Kurdistanê ji aliyê wan çekdaran va bo Tirkiyê şandin.

Li aliyê din ligor heman çavkaniyê PKKê nefta Rojavayê Kurdistanê firotibû DAIŞê û bereya El Nûsra li Sûriyê û nefta Rojavayê Kurdistanê bi berdewamî dide rejima Beşar Esed.

Ligor heman çavkaniyê rojane PKK 150 hezar bermîl neft difroşe welatên derve û nirxê her bermîlekê 30 dolarê Amerîkayê ye.

Back to top button