
Partiya Paşerojê di serokatiya Ahmet Davutoğlu da kongreye xwe ya yekemin li Enqere darxist. Di kongreye de serokê partiye Davutoğlu axavtinek kir . Davutoğlu bi tundî rexne li desthilatê kirin û da xûyakirin ku, ew gelek bi zahmeti gihane pêvajoya kongreye. Davutoğlu got ku, desthilatê tirsek mezin peydakiriye, lê me ew pêvajo derbas kir. Hêdî kesek natirse, aliyê ku ditirse niha desthilat tenê ye.
Davutoğlu da xûyakirin ku,ew ji bo demokrasiyek rasteqînî dixebitin. Gelek rexne li hukumetê kirin û got : Rewşa ekonomiye gelek xirab bûye, nihaye hedekî vêca kesayeta xelkê tehrîb dike.
Davutoğlu behsa pêvajoya damezirandina partiya xwe dike û dibêje: Ji beri 326 roja em yek tene bûn,niha hêjmara me gihatiye bi hezaran sibehî dê bibin milyon. Em hêviya gelê Tirkiyene û ji bo vê em li vê derêne.
Davutoğlu beşek axavtina xwe de rexneyên tund li Devlet Bahçeli kirin û got: Eğer Bahçeli li dijê parçebûnê bisekinê bila êrîşê me û zimanê Kurdî neke, Bila li hembär wan kesen ku “”ji serak APO “name anın xwedî helwestbe.
Baş bizanibin ku, ew aliyên xwe tenê dibinin û kesên din qebûl nakin, hevûdin xwedî dikin. Ji bo vê yeke jî niha ewên li ser desthilatê û ewin ku îrada hemwelatiyên Kurd wek milkê xwe dibînin ji me ditirsin. Herdu alî jî pêşketina partiya me ji bo xwe wek tehdîtekî dibînin. Ji bo vê jî em ne dibêjin KCK ê ne jî dibêjin Qayum.
Davutoğlu di derbarê parsa Kurd de tiştek Taybet negot.