CivakRojev

Di kabîneya nehem de em giringiyek taybet didin sektora kiştûkaliyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê binyadê yê projeyeke stratejî ya Wezareta Çandiniyê danî. Armanca projeyê, dabînkirina asayişa xwarekê ye.

Ew proje ku biryar e heta Zivistana sala bê, her du qonaxên wê werin cibicîkirin, Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê binyadê de gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr di gotara xwe de got: “Di navîna sedsala borî de di şikefta Şandarê de li herêma Barzan hestiyên mirovê Neanderthal hatin dîtin ku berî 50 hezar sal dijiyan. Cihê balkişiyê ew e, bi wan hestiyan re genim hatibû dîtin. Ew nîşaneya pêwendiya rasterast a mirov bi çandiniyê re ye di wê serdemê de. Piştî wê, em dizanin ku gundê Çermo li Kurdistanê yek ji kevintirîn gundên cîhanê tê naskirin ku rûniştvanên wî gundî çandinî kirine. Ev jî tê wê wateyê ku pêwendiya gelê Kurdistanê û vê herêmê bi çandiniyê re, pêwendiyeke dîrokî ye. Lê mixabin di dirêjiya dîrokê de bi taybetî di sedsala borî de, wek pêwîst ji berhemên çandiyê yên Herêma Kurdistanê nehat wergirtin.

Back to top button