Ji raya giştî ya Kurdistanê re
Ji raya giştî ya Kurdistanê re
Doh (15.01.2015) di saet 11:00 de cenazeya Pêşmergeyê Şehîd Lîwa (Tümgeneral) Tahir Hacî Korkî ji Enqereyê bi balafirê anîn balafirgeha Şirnexê. Ji bo pêşwaziyê, em bi hemû rêxistinên ku dibêjin ”Em li ser Rêbaza Barzanî ne” axivîn. Biryar ev bû ku em hemû bi hev re bêyî ku li ser navê tu rêxistinan flama û pankartan vekin, wek aliyên li ser Rêbazê, tenê bi Alayên Kurdistanê biçin pêşwaziya Şehîdê Kurdistanê.
Em ji Slopî û Cizîrê bi konvoyan û bi Alayên Kurdistanê çûn balafirgehê. Kesî ne dirûşmeyên partî û rêxistinan bi lêv kir û ne jî ji xeynî Alayên Kurdistanê tu tiştek din hate bilindkirin. Lê dema ku em gihaştin balafirgehê, endamên Platforma Demokratên Kurd pankarteke ku li ser “PDK BAKUR SILOPΔ dinivîse bilind kirin.
Ev tevgera wan, him ne ehlaqî ye û him jî li hember Şehîdê Kurdistanê bêhurmetî ye.
Rêxistineke ku ji bo berjewendiyên xwe yên rêxistinî serî li lîstikên bi vê rengê biçûk û qirêj bide û xwe ew qasî biçûk bixe, ne mimkun e ku ji bo berjewendiyên netewî hatibe ava kirin. Ew bi wê awayê dîyar dikin ku ji bo berjewendiyên hin şexsan hatine ava kirin.
Platform, bi çend kesan hat û xwest bi pankarta xwe li ser ked û teb û girseya me reklama xwe bike. Ev bêehlaqî him li hember Şehîdê Kurdistanê ye him jî li hember hemû rêxistinên ku beşdar bûne ye.
Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê/Slopî li hember vê bêehlaqiyê bêdeng namînim û rê nadin ku tu rêxistin li ser me bi lîstikên biçûk û genî reklama xwe bike.
Pêşniyara me ji wan, bila xwe zêdetir biçûk nexin û biçin li malên xwe rûnên. Ji ber ku siyaseta netewî û Rêbaza Barzanîyê Nemir ne rêbaza dek û fen û ji ser pişta rêxistinên din reklam kirinê ye. Rêbaza
Barzanî, rêbaza ked û teb û xebatê ye.
Tevgera Ciwanên Kurdistanê/Slopî