Nivîsar

Ji dev Türk Telekom û Vadafonê berdin, Türkcellê tercîh bikin!

Li Tirkiye hinek dezgehên Telefonî li dijê zimanê Kurdî xwedî helwestin û bi Kurdî xizmetê nadin. Ji berî demekî kesek ji bajarê Batmanê xwest ku telefona dayika xwe ya mobil bigre. Dema telefonê kompanya Turk Telekomê kir, wan jê daxwaz kir ku li gel dayika wî kiset bikin. Lê dayika Fevzî Başaran zimanê Tirkî nizaniya û nekarî ew bi xwe bi Tirkî kiset bike. Fevzî ev yek ji wanre got, lê xebatkarê Turk Telêkomê da xûyakirin ku, eger dayika te bi Tirkî nizanibe em nikarin dawzaiya wê pêkbînin.

Ev yek li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bû sedemê gotubêjekî û gelek kesan li himber vê helwesta Turk Telekomê bertek nişanda. Têzanin ku bi milyona insanên ku bi Kurdî diaxêvin endamê kompanya Turk Telekomin.Lê ew bi zimanê Kurdî xizmetê nadin. Telekom bi zimanê ingilîzî, erebî û zimanên din xizmetê dide lê zimanê Kurdî qedexeye. Ev yek bû babetek yê gotubêjê di parlementoya Tirkî de jî .Lê hêja tu zelelî di parlementoyê de ji bo vê mijarê çênebûye.

Pirsek ji operatorên hemû kompanyayên telefona hate kirin. Gelo ew kesên Tirkî, Ingilîzî û Erebî nizanin dê çewe xizmeta wan bê kirin?
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi milyona insan li gel 3 operatorên GSMê endamên û telefonên wan bikartînin. Tenê TUKCEL bi zimanê Tirkî, Kurdî, Ingilîzî û Erebî xizmetê dide ,lê Vodafon û Turk Telekom bi zimanê Kurdî xizmetê nadin.
Li ser vê yekê berpirsên Vadafonê dibêjin: Em bi Kurdî xizmetê nadin, hêja di vê derbarê de tu amadevaniya mê tuneye.

Herweha berpirsên Turk Telekomê jî heman bersivê didin. Ji bo hemû kompanyayên GSM xizmetê bi zimanê Kurdî jî bidin kampanya vebûne. Li ser malpera platforma kampanya îmzeya ya Change.org , kampanya hatiye vekirin.

Pirsek tê kirin û bersiva wê jî tê daxwazkirin. Pirs eve: Li Tirkiye û(Bakurê Kurdistanê) miletek ku nifusa wan 20 milyone dijîn. Gelo mafê wan ê bi zimanê xwe xizmetê bistînin tuneye?

Dema li Tirkiye pirsa bikaranîna zimanê Kurdî tê rojevê gelek tişt hene ku mirov behsê bike. Ji berî her tiştekî kurd bi xwe bi awayê pêwist zimanê xwe fêrî zarokên xwe nakin û li zimanên xwe xedî dernakevin. Di serî de partiyên Kurd û Kurdistanî bi awayek pêwist giringiyê nadin zimanê Kurdî. Heta radeyek bilind diyalogên di nava kurdan de piranî bi zimanê Tirkî tê kirin.Herweha çikas hinek qedexekirin li ser zimanê Kurdî rabûbê jî, mixabin Kurd bi xwe awek pêwist zimanê xwe bi karnaynin. Di vê derbarê de wek mînak, gelek caran babetek bi zimanê kurdî û tirkî tê nivîsandin, mixabin ya bi zimanê tirkî tê nivîsandin bi dehên cara ji kurdî zêdetir tê xwendin. Belkî mirov bêje Tirk bi Tirkî dixwînin. Lê ev yek jî hatiye tesbîtkirin ku, xwendevan ji bajarên Kurdistanê ne.

Bê guman gerek mirov di hemû qadan de, li zimanê xwe xwedî derkeve, lê gerek mirov ji xwe, malbata xwe, ji hizm û cîranên xwe destpê bike.

Niha di vê pirsa li gel kompanyayên GSM de derketî holê, yek tişt gelek hesanê tê kirin. Bila Kurd li gel kampanyayên îmzeyan tiştek din bikin. Bila her kurd , Turk Telekom û Vadafonê protesto bike û van operatoran bi kar neynin û ji endametiya van herdu operatorên GSMê vekişin. Mademkî TURKCEL xizmetê bi zimanê Kurdî dide bila tecîha wan TURKCEL bê.

Back to top button