Macron û Merkel û Erdogan

Tirkiye di nava Yekitiya Ewropayê de bûye babetek a gotubêjan. Welatên Yekitiya Ewropayê di derbarê Tirkiye û kiryarên vê dawiyê Tirkiye dike de xwediyê dîtinên cuda ne. Taybetî Fransa û Almanya wek hev rewşa Tirkiye şirove nakin.

Lê herî dawî serokê Fransa û serokwezira Almanya di nava Yekitiya Ewropayê de di derbarê Tirkiye de gihatin dîtinek hevbeş. Tê zanin ku pêwendiyên Almanya û Tirkiye başin ,li himber hinek rexneyan hêja Almanya pêwendiyek baş a bazirganî li gel Tirkiye heye û heta vê gavê jî Almanya çekên giran difroşe Tirkiye. Lê li himber vê yekê Fransa li dijê helwestên Tirkiye disekine û hinek waran de dixwaze pêşiya Tirkiye bigre.

Tirkiye tevlî şerê navxwe yê Libya û Suriye bûye, herweha li rojhilatê Behra spî doza desthiltdariyek mezin dike û li gora wê jî tevdigere. Niha li Behra spî Tirkiye û Yunanistan hatine himber hevûdin. Heta behsa şerek germ jî tê kirin.

Li ser vê siyaseta Tirkiye herî dawî Merkel û Macron hatin bahevûdin û di çerçova siyasetek hevbeş a Yekitiya Ewropayê de li hev kirin. Pêwendiyên Macron û Erdogan ne başin û Fransa helwesta Tirkiye ya li Libya û Behra spî wek metirsiyek mezin dibîne. Niha Fransa û Almanya ji bo sinorekî ji Tirkiye re deynin li hevkirine.
Herdu welat didin xûyakirin ku, Tirkiye siyesetek nijadperestî û Îslamî têkilhev dike û tevdigere ev yek li dijê berjewendiyên Yekitiya Ewropaye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: