PolîtîkRojev

Ji Erdogan ji PKK’ê re: “Eger sozên ku hatine dayîn neyên cih…!

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya yekem de piştî ku PKKê agirbest ragihand, careke din hişyarî da Ocalan û rêxistina wî.

Erdogan got, “Eger sozên ku hatine dayîn neyên cih û hewl bê dayîn ku pêvajo veguhere hîleyên rojhilatî yên wek derengxistin, xapandin, navan guhertin û çi dixwazin bikin hêdî guney ji me diçe. Ger hewce bike heta ku terorîstê dawîn ji holê rakin, kevir li ser kevir û serî li ser milê wan nehêlin, ger hewce bike em ê operasyonên xwe berdewam bikin. Em xana (mala) vê herêmê ne, hêzên emperyalîst ên ku piştgiriyê didin rêxistinên terorê rêwiyan in. Bi hezaran sal in em li vir in, bi îzna Xwedê em ê heta hetayê li vir bin. Bila kes ji bîr neke ku sibe dema hêzên destekê didin rêxistinên terorê dema ku berjewendiyên wan biguherin ji herêmê vekişin, em ê bi tenê bimînin.

Em ê nîşanî bazirganên kaosê yên ku bi xwîn, kaos û rêjandina hêstirên çavan dijîn, bidin ku qet ne welê ye. Yên ku bi salan mejiyê vî gelî dixwin, wê winda bikin û yên serketî bibin 85 mîlyonin. Em ê bibin xwedî demokrasî û aborî. Em ê biratiyê bikin. Serketî wê Komara Tirkiyeyê be ku em her tim xwedîkirina pasaporta wê bi rûmet hildigirin. Garantiya siberoja me ya geş û serketî dê zarokên me yên ronî bin. Ji ber vê yekê ez ji xizmên şehîdên me re dibêjim, di vê pêngavê de tiştek ku we aciz bike nîne û dê nebe jî.”

Erdogan di peyama xwe ya sersalê ya ku di 31ê Kanûnê de hatî weşandin de wiha gotîbû: “Em hemû hewl didin ku ev pêvajoya ku dê rêyeke nû li ber welatê me veke, bi rihetî û bi xêr û têgihiştina hev bimeşe. Lê dema pêwîst be em ê dudilî nebin ku kulma hesinî ya dewleta xwe di destmala wê ya qedîfe de bi kar bînin.”

Back to top button