Navê pêvajoyê …!
Qendil û aliyên din ên girêdayî PKKê , her çikas pêşwazî li banga Ocalan kirin, lê ne zelalin û di bersivên wan de tevlîheviyek heye.
Dara Bilek
Eve demeke li ser hevdîtinên dezgehên dewleta Tirk û Abdullah Ocalan tê axavtin. Pêvajo bi axavtina serokê MHPê Devlet Bahçelî ya ku gotî: Bila Ocalan werê parlementoya Tirkiye di civîna fraksiyona DEMê de biaxive û bêje, Em terorê xilasdikin û PKKê fesih dikin.
Lê dixweyê hinek aktorên girîng ji bo amadekirina vê pêvajoyê di serî de û demek dirêj li ser vê pêvajoya ku, bo gotara Bahçelî hatî destpêkirin rolek taybet leyiztine.
Ocalan çewe ku Bahçelî daxwaz kirî, banga xwe ragihand. Di banga Ocalan de 3 xalên esasî hebûn. Hersê xal jî gelek vekirî û zelal bûn.
Ocalan dibêje : Divê hemê gurubên PKKê dev ji çekan berdin. Divê PKK kongreya xwe li darbêxe û xwe fesih bike. Nabê hêdî behsa Serxebûn, federasyon, otonomî yan jê xweseriyê bê kirin. Dê siyaseta demokratik bê rêve birin.
Ne hevceye ku, mirov tu nirxandinekî li ser van gotinên Ocalan bike. Tişta ku dewletê daxwaz kirî Ocalan bi cih anî. Qendil û aliyên din ên girêdayî PKKê , her çikas pêşwazî li banga Ocalan kirin, lê ne zelalin û di bersivên wan de tevlîheviyek heye. Yanî PKK bi yek dengî bersiva banga Ocalan li gora ku wî daxwaz kirî neda. Dê ev yek pêşerojê de baş bê dîtin.
Ji aliyek din ji derê PKKê hemû rêxistin û partiyên tevgera azadixwaz a Kurdistanê banga Ocalan xala devjêberdana şekan bi erênî nirxandin. Ji aliyek din desthilata Herêma Kurdistanê jî ev pêvajoya bi banga Ocalan hatî destpêkirin bi erênî nirxand.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di panela Rûdawê de,(Ku hêja banga Ocalan nehatibû ragihandin) di derbarê vê pêvajoyê de axivî û got: Ev pêvajo cidî ye. Ev pêvajo cidî ye û li Tirkiyeyê bi awayekî gelekî cidî dest pê kiriye.
Ez bawer dikim ku pêvajo pêvajoyeke cidî ye û ne pêvajoyeke ku bi awayekî taktîkî hatibe kirin. Rola me roleke alîkar e û em destê xwe naxin karûbarên navxwe yên Tirkiyeyê. Rola me ew e ku em karibin rolek bilîzin ji bo ku em bibin alîkar da ku ev pirsgirêk bê çareserkirin lê tiştê ku ji bo me girîng e û diyar e jî ew e ku ev pirsgirêk bi çekan nayê çareserkirin.
Barzanî berdewamiya axvtina xwe de dibêje ku, banga Ocalan dê bibe nexşerêyek ji bo ku ev pirsgirêk bi awayekî durist bê çareserkirin. Bi ya min, zêde dem pêwîst e. Berevajî texmînan ku wisa difikirin ku di şev û rojekê de bê çareserkirin lê bi baweriya min di demeke nêz de ev bang dê were kirin.
Divê em hemû aliyên siyasî pêşwaziyê li banga Birêz Ocalan bikin û bikevin qadeke din a çareseriya siyasî li Tirkiyeyê da ku hem Tirk û hem Kurd û hem jî hemû pêkhateyên ku li Tirkiyeyê dijîn jê sûdê wergirin. Em wiha hêvî dikin.
Derbarê rola me de, belê berê jî rola me hebûye û niha jî me ji her du aliyan re dubare kiriye. Herêma Kurdistanê amade ye her rolek ku pêwendî bi nêzîkkirina her aliyekî re hebe, em amade ne…
Ji axavtina serokê Herêm a Kurdistanê tê xûyakirin ku, kesayeta birêz Barzanî rolek taybet û girîn di vê pêvajoyê de leyiztiye.
Devjêberdana çekan bi serê xwe gava herî girîng e. Ev şerê bê wate zererek mezin da civata kurd û tehrîbatên mezin di civatê de peydakirin. Ji aliyek din ve vî şerî rêya partî û rêxistinên Kurdistana bakur bi awayekî xetimandîbû. Devjê berdana çekan gelek başe û dixweyê dê tevgera kurd sudê ji vê gavê bigre.
Helwesta PKKê
Aliyên PKKê di bersivên xwe de ne zelalin. Dema mirov medya PKKê dibîne şêweyê dayina nûçeyên di vê derbarê de gelekî sarin. Ocalan û dewlet dibêje divê hemi gurubên PKKê ji dev çekan berdin. Lê PKK tenê agirbestê radigihîne. Ji xwe eve demeke li bakurê Kurdistanê ti şerek tuneye, Şerê PKKê li başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê ye. Ocalan dema behsa civîna Kongreyê dike dibêje ; bila kongre ji bo fesih kirina PKKê bê civandin. Yanî devjêberdana çekan ne hewceyê biryareka kongreyê ye.
Lê dixweyê dê ev pêvajo gelekî dirêj bajo. Ihtimala mezin dê hinek beşên PKKê xwe bi awayekî bidin aliyekî û gotina Ocalan pêknaynin. Heta beşek mezin dê hewlbidin vê pêvajoyê bi awayên cuda bi nav bikin û roja xwe pê xilas bikin.
Gotinek bi tenê di banga Ocalan de ji bo destxistineka mafê Kurda tunebû. Vê yekê di serî de di nava bingehê PKKê de dilşkestinek mezin peyda kir.
Pêvajo serdikeve yan sernakeve dê di qonaxa li pêşiya me de baştir bê têgihandin. Ji ber ku gelek pirs hene.
Gelo ev gurbên çekdarên PKKê dê li kûderê û çewe ji dev çekan berdin, çekên xwe radestî kî dikin?
Beşek ku nikarin vegerin Tirkiye dê li kû bi cih bibin?
Çekdarên rojhilatê Kurdistanê ku di nava PKKê dene, dê kûve herin? Îran tu cara wan qebûl nake. Wek van pirsan gelek pirs hene ku bê bersivin.
Lê li vê derê li bakurê Kurdistanê, berpirsiyariyek mezin dikeve li ser milên partî û rêxistinên siyasî. Divê bi awayekê hewlbidin yekrêziyekî di nava xwe de avabikin. Daku bikaribin bibin bersiva daxwaziyên neteweyî yên kurda û pêşwaziyê xelkê kurdên bi vê bangê dilşketî bûyîn jî bikin.
Adara/2025