Ji derdê dijmin jî xirabtir e

Ji wextê kû Daîşê êrîşê Kurdan kir û pêde tu huzur u rehetî nemabû ji me Kurdan re, me hemîyan êşên berê ji bîr kir û pala xwe da xemê nû. Di vê navbeynê da bihîstîna mizgînî u hewla serxwebûna Başûrê Kurdistanê, li Bakur serkeftina hilbijartinê ” HİNEK BENÊ QİRİKAME SİST KİR “û em bi hêvî bûn. Lewra em temaşe dikin kû mala xwe em bi destê xwe xirab dikin û kêfa dijmina li xwe tinin.Alozî û ne lihevkirina di navbeyna me de, ji derdê dijmin jî xerabtire. Kurdistan piştî êş û azarên giran, em bi hev ketine, me ji tu tiştî ders negirtîye û em nagrin jî, di derbasbuna Pêşmergan di Bakur de gelek hêvî welidîbun, û em ketibûn xeyal u gavên pîroz, yekîtîya Kurdan, lê xuyaye xeyalşikestî dibin.Lê ez bawerim kû daxwaza milletê Kurdistanê ne eve, hewl û daxwaza me yekîtî, yekrêzî, hevbeşîya Kurdan e, çi şehîd û çi serborîn têne holê hemu yên herçar parçê Kurdistanê ne.Lewra tiştên ku em dibihîn û dibhîzin qet li me Kurdan nayê minaka Şewitandina borîyên neftê, ne tenê miletê Başur debara xwe li ser neftê dike, bi hezaran milletê Bakur jî debara wan li ser barkirina nefta Başur e, malê xwe pê xwedî dikin.Ji alîyê dinve derbasbûna erebeyên Başûrîyan li silopî tên kevirbarankirin di erebande jin, extîyar û zarok hene , ev jî ne tiştekî etike, lewra pirsgirêkê mezin hebe meriv bi diyalox u diplomasîyan de pirsgirêkan çareser dike, meriv dikarê hesab ji hevdu bixwaze..Bi axaftin û rêzêde dema ku çareser nebe wî çaxî deklere dibe û bê minetî ye, di vê rewşa î roj de li ber hefqas dijminan de meriv dijminatîya bira bike zilme !!Ev tiştên li jor hatine nivîsandin ji boyî Başur jî derbas dibe ger kî suçdar dibe bila bibe lê divêku komiteyek ava bibe u hevditin u diyaloxan bi lezgînî were çareserkirin. bijî Kurd bijî Kurdistan.. BİJÎ BİRATÎYA KURDAN… Zîne Amedî

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: