Civak

Em êrîşa PKKê li ser çavkaniya qûtê xelkê Kurdistanê şermezar dikin

Hukumeta Kurdistanê teqandina boriya petrolê ji aliyê PKKê ve şermezar dikeSerokatiya civata wezîrên herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî teqandina boriya nefta herêma Kurdistanê ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi dijwarî şermezar dike û dibêje ku ew êrîşa ser boriya nefta herêma Kurdistanê êrîşe ji bo ser çavkaniya qûtê xelkê herêma Kurdistanê.Ev li jêr teksta daxuyaniya seroaktiya civata wezîran.Em êrîşa PKKê bo ser çavkaniya qûtê xelkê Kurdistanê şermezar dikinRoja 29.07.2015ê ew boriya nefta herêma Kurdistanê vediguhêze, li devera Şernexê li nav tixûbê Tirkiyeyê hat teqandin, roja paştir Hêza Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdariyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, bi awayekî fermî berpirsiyariya xwe ji teqandina boriya nefta herêma Kurdistanê ragehand.Hikûmet û xelkê Kurdistanê, ji sedema nehinartina budceyê ji aliyê hikûmeta federaliya Îraqê û şerê dijî DAÎŞê,  di destengiyeke mezin ya êkonomî de dijî û ew borya neftê çavkaniya êkane û sereke ya dabînkirna miaş û qûtê xelkê Kurdistanê ye, herwesa hokarek sereke yê xweragirîya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê ye li hember fişaran, di heman demê de ew çavkaniya sereke ya dahatiniyê mesrefên şerê pêşmergeyê Kurdistanî li dijî DAÎŞê û  çavkaniya sereke ya hikûmeta herêma Kurdistanê ye ji bo alîkarîkirina yek milyon û 800 hezar koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene.Em bi dijwarî wê êrîşa PKKê bo ser boriya nefta herêma Kurdistanê şermezar dikin û em wê weke karekê neberpirsiyarane dizanin li hember jiyana xelkê herêma Kurdistanê û bergiriya pêşmerge û jiyana koçber û penaberan li herêma Kurdistanê. Ji bilî lêdana êkonomiya herêma Kurdistanê û jiyana xelkê herêma Kurdistanê, tu mana ji bo wê êrîşê nînin.Xelkê herêma Kurdisatanê û hemû alî wê kiryara PKKê şermezar dikin û daxwazê ji PKKê dikin wê dijminkariya xwe ya li hember xelkê herêma Kurdistanê dubare neke.Niha hikûmeta herêma Kurdistanê lêdixebite ku wê boriyê yaku kompaniya niştimaniya bibazarkirina nefta Îraqê (SOMO) bikar tine, bikarbîne daku bikaribe dirêjiyê bi hinardekirina neftê bide.Seroaktiya civata wezîrê herêma Kurdistanê31.07.2015

Back to top button