Nivîsar

HPG an jî HBG ?

Roja 29ê Tîrmehê boriya ku petrola Herêma Kurdistanê vediguhêze, li navçeya Şirnexê di nava sînorê Tirkiyeyê de hat teqandin. Roja paştir Hêza Paratsina Gel (HPG) ku hêza çekdarî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, bi şêweyeke fermî berpirsyariya xwe li hember wê teqînê ragihand. Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de teqandina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve şermezar kir û bi êrişkirin bo ser debariya xelkê Herêma Kurdistanê bi nav kir. Daxûyanîya Serokatîya Encumena Weziran xwedî naverokek gelek bi persîyar û mirovan e ye.Bo ci wa dibêjim; Jiber ku PKK jî agahdar ê ji nakokîyên di navbera Hukumeta herema Kurdistan û Hulkumeta merkezî ya Iraqê, di derheqa Petrol ê de;Petrol aborî ye bo xelke Basûr ê Kurdistan ê;Petrol azadîya aborîya xelkê Kurdistanê ye.Petrol jîyana xelke Kurdistanê ya mirovane ye.Petrol nan û av a pesmergeyên Kurdistanê ye.Petrol faktor a herî giringe bo berdewama jîyana malbatên sehîden Kurdistanê ya rojane ye.Petrol Kuridstanê giringtirîn faktora serxwebûna Kurdistanê ye.Her kurd vê realîteyê nasdikê û rojanê dibînê..Rêxistinek mîna PKK jî pêwiste vê realîteyê bibînê dema ku dibê ez bo avakirina qantonan xebatê dikim.Bê goman PKK jî dizanê petrola Kurdistanê tê ci wateyê bo hemî xelkê Kurdistanê. PKK vê rastîyê dizanê û bo vê cendê jî teqa.ndina borîyên petrolê kirîyê. Eger ne wa bê, bila PKK wekî 2 roj berê, li xwe mikûfr werê – wekî ku di derheqa kustina polîsen li Serêkaniyê de li xwe mikûr hat- û xeletîya xwe bêjê bo xelkê Kurdistan. Bila bêjê teqandina borîyên petrolê ne sîyasî, ne cemawerî ne jî mirovane ye. Navê karekî wisa ne kiryarên Hêza Parastina Gel belk û jî kiryarê HEZA BALANGAZKIRINA GEL E.Bila PKK kerem bikê vê mêrxasîye/kurdperwerîyê bidê xuyakirin.31.07.2015Rodi Ilgen

Back to top button