SHK: Divê PKK û Tirkiye vegerin ser proseya aştiyê

Şeva derbasbûyî li encama bombebarana firokeyên artêşa Tirkiye li Zargelî hejmarek hemwelatiyên bê tawan şehîd û birîndar bûne. Serxweşiyê li kesukarên şehîdan dikin û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn. Em li demek de ku vê bombebaranê şermezar dikîn ku bûye sedema şehîdbûna xelkê Herêma Kurdistanê, daxwazê ji Tirkiye dikin bombebaran kirina xelkê medenî dûbare nebê û şehîdkirina hemwelatiyên medenî yên Herêma Kurdistanê hîç pasawêk hilnagirê.  Pêwîste hêzên PKK qada şer ji Herêma Kurdistanê dûr bikin û êdî hemwelatiyên Herêma Kurdistanê nebin qurbana vê şer û gengeşeyê. Berdewamiya şer ziyanê ji bo xelkê medenî dibê û daxwaz dikin her dû alî vegerin ser proseya aştiyê.  Serokayetiya Herêma Kurdistanê01.08.2015  

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: