PAK: Em bi nefreteka mezin enfala Barzaniyan rûreş dikin!
Di dîroka Kurdistanê de ji bo gelê Kurdistanê ji holê bê rakirin bi sedan jenosîd hatine kirin, lê yek ji wan jî ne ji ya li dijî Barzaniyan ku 31 Tîrmeha 1983an de hatekirin dijwar bû. Di serokatiya Saddam Huseyîn de dewleta Iraqê 32 sal berê rojeka wek îro ji bo bi tevahî li gelê Kurd û bi taybetî jî Barzanîyan ku her tim yek ji herî berxweder bûne, ji dîrokê rakin, êrîşeke fireh û kûr destpêkir. Ev êrîş weka Enfal hat binavkirin ku navê xwe ji Quranê ji sûra El Enfalê digre û tê mana qetlîam û xenîmetê. Di encama ev êrîşan ku wek îro li em mînakên wê li Şengalê dibînin gelê Kurd hate talankirin. Gund hatin hilweşandin, mirov ji cî û warên xwe hatin dûrxistin, zarok hatin dîl girtin û kirin kole, jin wek xenîmet hatin kirîn û firotin. Yek jj xedartirîn qetlîamên Enfalê, 31ê tîrmeha 1983an li dijî malbata Barzaniyan hat kirin; 8 hezar mêr ku temenê wan ji 7 salî heta 85 salî, ji herêma ku Barzanî lê dijîn civandin anîn herêma Kuştepe ku bi ser wîlayeta Hewlêrê ve ye, li kampên Kudus û Kadisiye heps kirin. Mêrên Barzaniyan bi rojan bê av û nan di nav van kampan de hêştin, di dawiya eziyeteka mezin de hatin wendakirin. Çi bi serê van mirovan de hat, hîn îro jî nayê zanîn. Di navê de 22 sal derbas bûn lê hîn jî tu xeber ji van 8 hezar kesan tuneye. Ev mirov hatin îmhakirin û bi tevayî hatin binaxkirin.Di encama êrîşên Enfalê de 182 hezar kurd ji holê hatinrakirin, hinek ji wan hatin kuştin, hinek ji wan ji bo artêşên ”Fedaîyên Saddam” û ”Hêza Zarokan a Seddam” hatin verêkirin, keç û jinan jî wek cariye hatin firotin şêxên Ereban. Îro jî kes bi zelalî nizane yên kuştî li kuderê veşartin, keç û jinan firotin kê, hîn li jiyanê ne an na. Sedema sereke ya enfalkirina 8 hezar Barzanîyan bêşik Kurdbûna wan e. Lê sedemeke taybetî ya enfalkirina Barzanîyan heye, divê mirov balê bikşîne serê. Wek tê zanîn Barzanî di têkoşîna netewî de roleke wan a girîng heye. Di hemû rewşan de xwedî li huvîyet û welatên xwe derketine, tu car teslîm nebûne, her cara ku îmkan dîtine ji 7 heta 70 saliyan wek gel ber xwe dane. Bi tevahî Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî Barzanî ku sala 1923an de ketine bin hukmê Iraqê, bê navber bûne bargeha esasî ya berxwedanê. Ev e sedemên esasî ku mêtingehkar girra herêma Barzan û Barzaniyan kirine. Digel hemû komkujî û qirkirinan nikaribûne gelê başûrê Kurdistanê ji holê rakin; îro di rewşeke hîn baştir de ne, digel hemû probleman bi hêvîyeka mezin pêşeroja xwe mêze dikin. Lê her tişt hîn neqediyaye. Herçiqas mêtingehkar wek berê ne di hêza bikaranîna metodên kevn de ne jî, yên li ser navê wan bi wekaletî şerê me dikin hîn hene.Wek tê zanîn başûrê Kurdistanê 32 sal piştî qetlîama Enfalê, enfalek nuh dijî. DAÎŞa terorîst ku tu pêwendiyên wê yên bi mirovatîyê tunene, li dijî gelê me êrîşeke xwînxwarî kir. Şengal û rojavayê başûrê Kurdistanê bû armanca sereke ya DAÎŞê. Ji rojhilat ber bi rojava, hemû başûrê Kurdistanê, bi dirêjahiya 1500 km bû cepheya şer. Wek dema Enfalê gelê me tê qirkirin, ji ciyên xwe tê dûrxistin, keç û jinên me li sûkan tên firotin. Li hember van êrîşan, wek berê îro jî di serî de mêtingehkar, hemû dewletên ”cînar” û bi taybetî jî welatên Ereb û musilman bêdeng in. Xusûsiyeta wan a êrîşkar hîn dom dike. Heger îro DAÎŞ bêpaxav êrîşê Kurdistanê dike, divê bê zanîn ku yên ku nav li wan dide ev dewlet in. Lê beyhude ye. Gelên Kurdistanê wê muheqeq rojekê ji rojan bighîje wan rojên ku li ser erdê xwe wek welatekî bi şeref yên miletên dinyayê bijî. Wek demên çûyî, îro jî ne Enfal û ne jî êrîşên DAÎŞê wê nikaribe pêşiya meşa Kurdistanê ya ji bo rizgarî û azadiyê bigre. Îro, em li başûrê Kurdistanê, her bihusta axa welatê xwe ji bin îşgalê rizgar dikin û diparêzin. Çewa duh dewleta federa ya Kurdistanê li ser kavilên Halepçê, Qaledizê, Seydsadiqê ava bû, îro jî pêşmerge û şerkarên Kurd li başûr û rojavayê Kurdistanê bi xwîna xwe hidûdên Kurdistana azad û serbixwe datînin. Em careke din Enfala Barzaniyan bi tundî rûreş dikin, di vê komkujiyê de kesên ku şehîd bûne û jiyana xwe ji dest dane bi giramî bibîrtînin.31.07.2015Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)Buroya Çapemenî û Ragihandinê