Hevpeyvîn

Em çalakiyên PKKê yên tund baş nabînin

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş hevpeyvînek li gel kanala televizyona Almani ZDF, behsa pêwendiyên xwe û Qendilê kir.Wek din Demirtaş Erdogan dizanê ku tu pêwendiya me li gel PKKê tuneye û got: Dixwazin me wek partiyek hevalbendê şîdetê û pişgirên terorê bidin nîşandan, da ku em rijeya ji % 13ê werin xwar.

Demirtaş di derbarê HDPê û PKKê de got:HDP partiyek demokratik e û ji kesekî fermanê nastîne. Birêz serokkomar jî vê yekê baş dizane. Tu pêwendiyame PKKê û rêxistinek din re tuneye. Ne mimkine ku em ji kesekî fermanê bistînin. HDP tekoşînê ji bo aşitiyê û demokrasiyê dide. Em tekoşîna xwe bi tenê metodên demokratik didin. Em tundiya ku PKK dike teswîp nakin. Me xwe ji çîdetê dûr êxistiye.Wek din Selahattin Demirtaş dibêje: Pêwendiyê me û Qendîlê hemû bi zanebûna AKPê pêkhatine.Ji bo vê îro me tawanbar bikin ev ne raste. 

   

Back to top button