Polîtîk

Ji bo têkbirina terorîstan arîkariya navdewletî girîng e

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê,  li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li sefîr Stansilav Simolin nûnerê taybetiyê wezareta derveya Poloniyayê û şandeya pê re ku, îro balefireke alîkariyan bi rêya balefirgeha Hewlêrê ya navdewletî ji bo koçberan aniyê herêma Kurdistanê, kir.

Serokwezîrê Kurdistanê bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo hevkarî û alîkariyên ji bo koçberan anîne herêma Kurdistanê, sipasiya Poloniyayê kir û ji şandeya mêvan re behsa rewşa emnî û eniyên şer û şerê pêşmerge li dijî terorîstên DAÎŞ kir û her du aliyan tekîd li ser pêwîstiya piştgiriya navdewletî bo herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorîstên DAÎŞ de kir.

Di vê çarçoveyê de serokwezîrê herêma Kurdistanê got ku, çavê herêma Kurdistanê li hevkarî û alîkariyên navdewletî û bi tyabetî alîkariyên Yekêtiya Ewropayê ye daku herêma Kurdistanê bikare berhingarî terorîstan bibe û pêdawîstiyên bi sedhezaran koçberan ku ber bi herêma Kurdistanê ve hatine dabîn bike.

Nûnerê taybetiyê wezareta derveya Poloniyayê got ku, welatê wî piştgiriya herêma Kurdistanê dike û serkeftinên pêşmegeyê  Kurdistanê li eniya şer bilind nirxandin û di axaftina xwe de behsa civîna dawiyê ya Yekêtiya Ewropayê kir ku, di civînê de piştevaniya xwe a di warê mirovî û leşkerî de bo herêma Kurdistanê nîşan da û got ku, di civînê de Poloniyayê roleke giring hebû.

Serokwezîr sipasiya helwesta Poloniyayê kir û daxwaz kir ku, hemû alî di warê leşkerî û mirovî de piştevaniya herêma Kurdistanê bikin daku bikare di şerê li dijî terorîstan de ku, herêma Kurdistanê li şûna hemû cîhanê vî şerî dike, bikin.

Nûnerê wezareta derveya Poloniyayê tekîd kir ku, welatê wî dê kompaniya, karsaz û sermayedaran bişîne herêma Kurdistanê û got ku, ew bi vê rê dixwaze wê peyamê bigihîne ku, herêma Kurdistanê ji bo encamdna kar û pirojeyên bazirganî û aborî herêmeke aram e.

 

 

Back to top button