Polîtîk

Kurdistan ji bo Britanya babetekî pir bihaye.

Îro yekşem 17.08.2014 li Selaheddîn, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Rorî Stîwart Serokê Lîjneya Bergiriyê li Parlemena Britanya û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Kurdistan û Iraqê û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûnê ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û terorîstan hate guftûgokirin û her wiha di derbarê rewşa penaberan û çawayiya gihandina alîkariya mirovî ya Britanya hate nirxandin. 

Li vê hevdîtinê de Serokê Lîjneya Bergiriyê li Parlemena Britanya silavên Serok Wezîrê Britanya bi Serok Barzanî gihand û dûpata wê yekê kir ku welatê wan palpiştiyê li gelê Kurdistanê dike û Herêma Kurdistan û aramî û pêşketina wê ji bo Britanya babetekî pir bihaye.

Proseya siyasiya Iraqê û hengavên dawî ya pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Back to top button