Polîtîk

Pêşmerge bendeva Musilê vegirt

Bendeva Musilê bi temamî ket di bin kontrola Pêşmergeyên Kurdistanê de.

Li gora nûçeyên ji herêmê û agahdariyên ji eniya şer têne, ji doh ve hêzên asmanî yên Amerika  cih û wargehên DAIŞê bi balefirên cengî bombebaran dikin. Ji erdê ve jî hêzên pêşmerge û hêzên taybet bi fermandariya Mansûr Barzanî de êrîşek berfireh birin ser DAIŞê. Di encam de  bendav bi temamî kete bin kontrola Pêşmergeyan de.

Li gora nûçeya AFPê jî ev yek hatiye piştrastkirin. Herweha li gora AFP radigihîne bi fermana Obamma hêzên asmanî bi tundî ji bo vegirtina bendeva Musilê çekdarên DAÎŞ bombebaran kirine. Ajansên navdewletî vegirtina bendeva Musulê serkeftina herî mezin ya pêşmergeyên Kurdistanê dinirxînin.

Back to top button